Çeteyan welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Cindirêsê welatiyek revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Hisên Ehmed Abdullah (38) yê ji gundê Meskena Jêrîn ê bajarê Cindirêsê revand.

Rêxistinê diyar kir ku Hisên Ehmed Abdullah rojek beriya bê revandin erdê xwe bi 10 hezar dolarî firotibû û da zanîn ku çeteyan li beramberî serbestberdana Hisên fîdyeyê ji malbata wî xwestine.

Heman rêxistinê destnîşan kir ku Hisên gelek caran hatibû revandin û girtîgehên çeteyên de hatibû ragirtin, lê her carê li beramberî dayîna fîdyeyê dihat berdan.