38 partiyan êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

38 partî, tevgerên jinan, civakî û siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û banga piştevaniyê li gelên herêmê kirin.

JI PARTIYAN NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN LI HELEBÊ

38 partî û tevgerên siyasî û civakî û yên jinan ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên komên girêdayî hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de daxuyaniyeke hevbeş da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji dema ku Heyet Tehrîr El Şam desthilata Şamê bi dest xixstiye, hewl dide kesên li dijî mezheba xwe bikuje. Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên wê yên li ser Şehba û komkujiyên li dijî Elewiyên li peravê û Durziyên li Siwêdayê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî peymana 10’ê Adarê ku yek ji bendên wê pêkanîna agirbestê li tevahiya Sûriyeyê û peymana 1’ê Nîsanê ya di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û parêzgeha Helebê de, lê hikumeta veguhêz peymanan binpê dike.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser dorpêça ku hikumeta veguhêz a li ser her du taxan û wiha hat domandin: "Ji ber ku niyetên hikumeta veguhêz ne baş in, her du tax dorpêç kiriye. Nahêlin madeyên sereke derbasî taxan bibe, tax gûr kirin û bi awayekî plankirî gotinên kîndariyê belav dike. Tevî ku Rêveberiya Xweser banga çareserî û rêgirtina li ber kîndariyê û diyalogên pêkanîna peymana Adarê, lê desthilata hikumetê ya destekê ji Tirkiyeyê digire peymanê asteng dike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanc ji van nêzîkatiyan rê nedin peymana Adarê pêk were û mafên pêkhateyên Sûriyeyê di destûrê de werin mîsogerkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Tevî daxuyaniyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê ku dibêjin nêzîk pêkanîna benda entegrekirina QSD’ê bûne, lê ev yek li xweşiya rejîma Tirk nehat. Ji ber vê yekê wezîrê xwe yê karên derve şand Şamê da ku her nêzîkbûneke di navbera desthilatê û QSD’ê de têk bibe û ferman da desthilata Şamê ku êrişî her du taxan bikin û li herêmên din jî amadekariyên êrişan li dijî QSD’ê bikin."

Hate bibîrxistin ku êrişên li ser herdu taxan ku QSD’ê di çarçoveya peymana Nîsanê de jê vekişiyane, niyetên xedar ên desthilatê piştrast dikin û hate gotin: "Em teqez dikin ku em mil bi mil bi QSD’ê re ne."

Di dewama daxuyaniyê de destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Sûriyeyê de bi tundî hat şermezarkirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî, di serî de DYA’yê de hat kirin ku bersiva Tirkiye û hikumeta El Şeri bidin û wan neçar bikin da ku peymana Adarê bi cih bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kir ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî piştgiriyê bidin QSD’ê.

Partî, rêxistin û tevgerên ku daxuyanî daye ev in:

1-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

2-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

3-Partiya Kesk a Demokrat

4-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

5-Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê

6-Partiya Komunîst a Kurdistanê

7-Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye

8-Partiya Demokrat a Kurd-Sûriye

9-Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

10-Partiya Çep a Demokratîk a Krud li Sûriyeyê

11- Partiya Sûriyeya Pêşerojê

12-Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê

13-Partiya Nûjen a Kurdistanê

14-Partiya Kedkaran a Kurdistanê

15-Desteya Nîştimanî ya Erebî (El Heyee El Weteniye El Erebiye)

16-Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê

17-Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê

18- Partiya Reformust-Sûriye

19-Partiya Asûrî ya Demokratîk

20-Partiya Biratî ya Kurdistanê

21-Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

22- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

23-Kongra Star

24-Partiya Muhafazekaran

25- Partiya Têkoşîna Demokrat

26-Tevgera Pêşerojê ya Kurdistanê

27-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

28-Tevgera Guhertina Demokratîk

29-Partiya Yekitiya Suryan

30- Partiya Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê

31- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Partî)

32- Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

33-Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyeyê

34-Partiya Soraya

35-Partiya Muhaferzkarên Kurdistanê

36-Partiya Kombûna Demokratîk a Sûriyeyê

37-Tevgera Sûriyeyê ya Îslahî

38-Partiya Pêşketin û Avakirinê ya Sûriyeyê.