ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzer Merve Nûr Dogan bi zorê tevlî SEGBÎS'ê hate kirin, 9 sal ceza lê birîn
Parêzera Baroya Amedê Merve Nûr Dogan ku ji bo şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê red kir tevlî rûniştina dozê bibe, bi biryara dadgehê bi zorê birin odeya SEGBÎS'ê. Dogan cezayê ku lê hate birîn bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' şermezar kir. -
KNK'ê siyaseta dewleta Îranê ya li dijî kolberan şermezar kir
KNK'ê bal kişand ser êrişên hêzên dewleta Îranê yên li dijî kolberan û diyar kir ku kuştina kolberan siyaseta dijminane ya li hemberî gelê Kurd e. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ku 39 meh in bi ti awayî agahî ji wan nayê wergirtin, malbatan serlêdaneke din kirin. -
ADGB: Li dijî tecrîdê di 1'ê Hezîranê de em li qadan e
ADGB'ê ji bo çalakiyên 1'ê Hezîranê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûneke xurt kir û bernameya çalakiyan eşkere kir. -
Li Pirsûsê 4 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Pirsûs a Rihayê hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girtin û herî kêm 4 kes binçav kirin. -
‘Rewşa tenduristiya Ecevît Pîroglû xirab e, jiyana wî di xeteriyê de ye’
Platforma Dengê Girtiyan wiha got: “Jiyana şoreşgerê enternasyonalîst Ecevît Pîroglû yê ku ji aliyê dewleta Sirbîstanê ve hatî girtin, di xeteriyê de ye.” -
Gulseren Yolerî: Tecrîd dibe sedema nexweşiyan
Seroka Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û girtiyên nexweş û got, "Sîstema tecrîdê dibe sedema nexweşiyan." -
ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ji bo kesên di bin çavan de hatin windakirin find hat pêxistin
Di çarçoveya Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakiriyên di bin Çavan de ya Navneteweyî find hat pêxistin. Di çalakiyê de peyama “Heta ku kiryar bên darizandin, derkevin pêş raya giştî û gora hezkiriyên me hebe wê têkoşîna me bidome” dan. -
104 kesên ku li dijî hilweşandinê derketin bi êşkenceyê hatin binçavkirin
OHD'ê diyar kir ku li taxa Îmrahor a Arnavûtkoyê 104 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin û ragihand ku hin jê bi giranî birîndar bûne. -
Tulay Hatîmogûllari: ‘Sîxurtiya bi bandor’ faşîzm e
Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê serdana DEM Partiyê kir. Di serdanê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî û got, “Sîxurtiya bi bandor sazûmankirina faşîzma vekirî ye." -
‘Çalakiyên Xwendinê’ yên bi pêşengiya TJA’yê dewam dikin
Çalakiyên TJA’yê yên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk didomin. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran atolyeyên xwendinê tên lidarxistin. -
Li Dîlokê cezakirina siyasetmedaran hate şermezarkirin
Li Dîlokê cezayê 339 sal û 7 meh a girtîgehê yê li 62 endam û rêveberên HDP, DBP, SYKP û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hatiye birîn, hat protesto kirin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin careke din serlêdan kirin. -
DEM Partiyê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kir
Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê ji bo karibe hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Edaletê da. -
HBDH’ê: Ruhê Geziyê ruhê şoreşa yekbûyî ye
HBDH’ê berxwedana Geziyê silav kir û got, “Ruhê Geziyê ruhê şoreşa yekbûyî ye. Em bang li xurtkirina ruhê Geziyê û misogerkirina serketinê dikin.” -
Parêzer Yûsûf Erdogan: Girtiyên nexweş bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin
Parêzer Yûsûf Erdogan ê Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'yê got ku girtiyên ku tevî nexweşiyên wan jî nayên tehlîyekirin, bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. -
Girtî Ozer: Bêyî Rêber Apo çareseriyeke rasteqîn pêk nayê
Girtiyê siyasî Abdulsettar Ozer destnîşan kir ku çalakiya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, divê weke xwegihandina rastiya têkoşînê bê nirxandin. -
ROJEVA 30'Ê GULANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 116’emîn de ye
Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar ku li ber wezareta dadê didomîne di roja 116’emîn de berdewam dike. Parlameterên DEM Partiyê çûn serdana Emîne Şenyaşar. -
Li gelek navendan êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînê hatin şermezarkirin
Li gelek navendan êrîşên Îsraîlê yên liser gelê Filistînê hatin şermezarkirin û banga Komkujiya li Filistînê bidin sekinandin hat kirin. -
Ji bo 42 kesan 567 sal ceza hat xwestin
Der barê 42 kesên ji ber 1’ê Gulanê hatibûn girtin du îdianameyên cuda hatin amadekirin û di îdianameyê de bi giştî 567 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. -
Xizmên girtiyan bi laçikên spî çalakî kirin: Dengê me bibihîzin
Dayikên ji bo li dijî tecrîda Îmraliyê bi Wezîrê Edaletê yê Tirk Yilmaz Tûnç re hevdîtin bikin ji Wanê hatin Enqereyê, laçikên spî yên li ser serê xwe avêtin erdê û xwestin dengê wan bê bihîstin. -
Li Curnê Reşê xebatên hilbijartinê: DEM Partî serdana esnafan dike
DEM Partî li navçeya Curnê Reş (Hîlvan) a Rihayê ji bo hilbijartina xwecihî ku dê li navçeyê di 2’yê Hezîranê de bê dubarekirin, lez da xebatên xwe. -
Ji bo Veysî Aktaş ê ji Îmraliyê nayê berdan serlêdan hate kirin
Malbata Veysî Aktaş ku berdana wî salekê hate taloqkirin, serî li OHD û ÎHD Şaxê Amedê da û piştgiriya hiqûqî xwest.