ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nobetên li dijî desteserkirinê berdewam dikin
Nobetên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dike. -
Li Riha û Wanê çalakiyên protestoyî: Wê AKP hesab bide gel!
Li Riha û Wanê desteserkirina vîna gel a li Colemêrgê bi daxuyaniyan hatin protestokirin û hate gotin: “Vîna gel nayê desteserkirin. Wê AKP hesab bide gel.” -
Şandeya KESK’ê: Li Colemêrgê zordarî li gel hatiye kirin
Şandeya KESK’ê ku li dijî desteserkirina şaredariyê çûn Colemêrgê gotin, “Aliyê wê yê mirovî, exlaqî nîne, zordarî ye.” -
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 124’an de dewam kir
Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar bi daxwaza darizandina faîlên malbata wê û berdana kurê xwe yê girtî li Enqereyê daye destpêkirin di roja 124’an de berdewam kir. -
Berxwedana li Colemêrgê didome: Divê gel li her derê rabe ser piyan!
Hevserokên Giştî yên DEM Partî û DBP’ê ku tevlî çalakiyên li Colemêrgê bûn gotin, “Divê gelê me rabe ser piyan û li ber xwe bide. Divê îradeya li vê derê li her derê belav bibe.” -
Nerazîbûna TMMOB'ê ya li dijî qeyûman: Vîna gel nikare were xespkirin
Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), xespkirina Şaredariya Colemêrgê û girtina hevşaredar Mehmet Siddik Akiş şermezar kir. -
Yilmaz û Eren piştî 32 salan hatin berdan
Cemal Yilmaz (58) û Eren Tekîn (56) ku piştî 32 salan ji Girtîgeha Şakran a Îzmîrê hatin berdan gotin, "Em ê rojên hîn xweştir bi hev re ava bikin." -
Parlementerên DEM Partiyê ber bi Wezareta Karên Hundir ve meşiyan
Parlamenterên DEM Partiyê li dijî darbeya qeyûm ber bi Wezareta Karên Hundir ve meşiyan. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît banga mezinkirina hevgirtinê kir. -
Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî: Di doza Tahîr Elçî de lêpirsîneke rast nehat kirin
33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî, destnîşan kirin ku di doza Tahîr Elçî de delîlên girîng ji holê hatine rakirin û polîs hatine parastin. -
Parlamenterên DEM’ê li ser Pira Bogazîçiyê qeyûm protesto kirin
Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê ji bo protestokirina xespkirina Şaredariya Colemêrgê li ser Pira Bogazîçiyê çalakiyeke balkêş pêk anîn. -
Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Tûşbayê ya Wanê polîsên Tirk li dijî gelek malan operasyonên serdegirtinê pêk anîn û di encama operasyonan de 9 kes hatin binçavkirin. -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ku 39 meh in tu agahî ji wan nayên girtin, serlêdanên nû kirin. -
Berdana Atsiz ê 30 salan girtî careke din hate astengkirin
Berdana Sedat Atsiz ê girtiyê nexweş ku 30 sal in girtî ye, cara duyemîn hate astengkirin. -
Milîsên HBDH’ê li dijî desteserkirina îradeyê li çar bajaran çalakiyên sabotajî lidar xistin
Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê, li dijî desteserkirina îradeyê li Antalya, Stenbol, Îzmît û Bûrsayê çalakiyên sabotajê lidar xistin. -
Çîçek: Asayîbûn, lê ne ji bo Kurdan!
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, da zanîn Kurd ji "asayîbûn" a ku AKP’ê di demên dawî de tîne ziman bêpar hatine hiştin û got ku li dijî van polîtîkayan pêwîstî bi avakirina xeteke hevpar a têkoşînê heye. -
TekoJIN li Kasselê konferansê lidar dixe
TekoJIN wê li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî, ser bixe azadî' konferansa jinê lidar bixe. -
Dayika girtî: Heta ku tecrîdê neşikînin em ê nesekinin
Ji dayikên di Nobeda Edaletê de ne Muşeher Ulker anî ziman ku tecrîd li ser gelê Kurd zilmeke mezin e û got, "Heta ku tecrîdê neşikînin em ê nesekinin." -
Hiqûqnas Çelîk: Tayînkirina qeyûm sûc e
Ji parêzerên Baroya Stenbolê Feyzî Çelîk destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm destwerdana yekser a li destûra bingehîn e. -
Dolzer: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi çalakiyeke rasteqîn heye
Siyasetmedarê Elman Martin Dolzer diyar kir ku nerazîbûna li hemberî tecrîdkirina Abdullah Ocalan tê nîşandan têrker nîne û got, "Çalakiyeke rasteqîn divê, tenê bi îmzeyan, bi gavên sembolîk nabe." -
ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Berxwedana li dijî derbeya qeyûm berbelav dibe
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berxwedana li dijî derbeya qeyûm berbelav dibe. -
Parlamenterên DEM Partiyê: Em ê berxwedana xwe bidomînin
Parlamenterên DEM Partiyê yên li Colemêrgê li ber xwe didin diyar kirin ku cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatiye birîn ne hiqûqî ye û ew ê li hemberî biryarê li ber xwe bidin. -
Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayînde bikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li cihê çalakiya rûniştinê ya li dijî darbeya qeyûm hat destpêkirin daxuyanî da û got, "Tişta girîng li vî welatî erêkirina gel e. Ger we xêr ji qeyûman dîtiba hûn li herêmê ewqasî nediheliyan." -
Ozel serdana Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê kir
Çalakiya Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar ya li ber wezareta dadê di roja 123’emîn de didome. -
Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
Li Mêrsînê ji 12 kesên duh hatibûn binçavkirin 6 kes hatin girtin.