ROJANE
Hemû Nûçe
-
MAK’ê li dijî qeyûman çalakî lidar xistin
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), diyar kir ku li dijî polîtîkaya qeyûman a dewleta Tirk û êrîşên siyasî û dagirkeriyê, li Gever û Nisêbînê çalakî li dar xistine. -
Humeyra Armût: Divê gelê me bêdeng nemîne û li qadan be
Hevseroka Colemêrgê ya DEM Partiyê Humeyra Armût nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm a li şaredariyê da û got: “Ji bo ku tayînkirinên qeyûm dewam nekin, pêdiviya me bi piştevaniyeke cidî heye. Divê gelê me bêdeng nemîne û li qadan be.” -
TBB: Divê qeyûm demildest dest ji biryara xwe berde
TBB’ê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û xwest ku rêz nîşanî mafê hilbijartin û bijartinê bê dayîn û hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî dîsa vegere ser wezîfeya xwe. -
Jiyana Ecevît Pîroglû di xeteriyê de ye
Greva birçîbûnê yê Ecevît Pîroglû ku li Sirbîstanê bi zexta Tirkiyeyê hat girtin û tevî biryarên dadgeha bilind jî nehat berdan di roja 114’an de ye. Ji bo Pîroglû yê ku daket 47 kîloyan banga hevgirtinê hate kirin. -
Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin: Berxwedana Wanê xeta me ye
Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran hate protestokirin. -
CHP wê şandeyekê bişîne Colemêrgê: AKP’ê peyam negirt
Berdevkê CHP'ê Denîz Yucel tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê weke desteserkirina îradeyê nirxand û got ku ew ê şandeyekê bişînin bajêr. -
Emîne Şenyaşar: Kesên sûc kirine li derve digerin, lê ji bo îfadeyê gazî min dikin
Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza "heqareta li karmendekî cemaweriyê" ya ku der barê wê de hatiye vekirin da û wiha got: "Kesên sûc kirine li derve digerin, dadgeh gazî min dike.” -
28 baro daxuyanî dan: Erka hemû kesê ye ku xwedî li îradeya hilbijêran derkevin
28 baroyên ku têkîldarî desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê daxuyaniyek hevpar dan wiha gotin, “Erka hemû kesê ye ku xwedî li îradeya hilbijêran derkevin û demokrasiyê biparêzin.” -
Temellî: Divê her kes berteka xwe nîşan bide
Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û bang li mûxalefeta civakî kir ku bertekên xwe nîşan bikin. -
DEM Partî: Hemû îdîayên kirine hinceta qeyûmê bêbingeh in
Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê diyar kir ku hemû îdîayên kirine hinceta şandina qeyûmê, bêbingeh in û got, "Tiştekî ku ji aliyê qanûnê ve li ser pratîka qeyûmên darbekar a desthilatdariya siyasî rave bike nîne." -
Xelk li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daketin qadan
Xelk li gelek bajaran Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê protestokirin. Di çalakiyan de payama “Em rê nadin faşîzmê” hate dayîn. -
Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd bê şikandin em ê di nava çalakiyê de bin
Malbatên girtiyan ên li pêşiya girtîgehan li hev civiyan diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê li kolanan çalakiyên xwe bidomînin. -
‘Di şexsê Kurdan de, îradeya me hemûyan tê desteserkirin’
Sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dan û gotin: “Di şexsê Kurdan de îradeya me hemûyan tê desteserkirin.” Banga mezinkirina piştevaniyê hate kirin. -
Ozgur Ozel: Divê biryara tayînkirina qeyûm were betalkirin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Colemêrgê da û xwest ku biryara tayînkirina qeyûm were betalkirin. -
Rapora DFG'ê ya meha Gulanê: 42 rojnamevan girtî ne
DFG’ê, ragihand ku hejmara rojnamevanên girtî 42 ne û nerazîbûn nîşanî xala “sîxûrtiya bandorkirinê” da. -
MAK'ê ji bo 'berxwedana bênavber' bang kir
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) piştî desteserkirina îradeya li Colemêrgê daxuyaniyek da û ji bo 'berxwedana bênavber' bang kir. -
DEM Partî wê bênavber çalakiyan lidar bixe: Em banga piştevaniyê dikin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku ew ê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li ber hemû şaredariyan çalakiya nobetê ya bênavber lidar bixin û banga piştevaniyê kir. -
Faşîzma qeyûm a li Colemêrgê wê li gelek bajaran bê şermezarkirin
Serdegirtina Şaredariya Colemêrgê, binçavkirina hevşaredar û tayînkirina qeyûm wê li gelek bajaran bê şermezarkirin. -
Li Mêrsînê li dijî Kurdan qirkirina siyasî: Herî kêm 12 hatin binçavkirin
Li Mêrsînê serê sibê di serdegirtina gelek malan de ku Kurd hedef hatin girtin herî kêm 12 kes hatin binçavkirin. -
Ji 95 kesan nameya ji CPT’ê re: Şandeyê bişîne Îmraliyê!
Li Elmanyayê 95 kesên navdar name ji CPT re nivîsandin û wiha gotin: "Ji bo ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin û derbarê rewşa wî ya tenduristiyê agahî bê girtin, em daxwaz ji we dikin ku demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê.” -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Êdî bes e!
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan a li Şaredariya Colemêrgê da û gotin: “Êdî bes e.” -
ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk ji bo Serokatiya GABB’ê hat hilbijartin
Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk ji bo Serokatiya Yekîtiya Şaredariyên Anatoliya Başûrojhilat (GABB) hat bijartin. -
Çalakiya Emîne Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê di roja 120’an de ye
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê di roja 120’an de berdewam dike. -
Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
Li ber Girtîgeha Girtî Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de daxwazên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, didomin.