ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta li dijî desteserkirina vînê di cejnê de jî berdewam kir
Di çalakiya nobetê ya li dijî desteserkirina vînê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye destpêkirin bi konserê berdewam kir. Meral Daniş Beştaş got, "Ev gel 100 sal in li hemberî van polîtîkayan serî natewîne û li ber xwe dide." -
Profesorê Misrî: Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê bûye hêvî
Ramanwerê Misrî Semîr Fadil diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê yên bindest bûye hêvî û destnîşan kir ku divê gelên azadîxwaz ên cîhanê li hember polîtîkayên qirêj dewleta Tirk rabin. -
Polîsên TEM’ê bi ser Girtîgeha Karabuk de girtin: Înfaza girtiyan tê şewitandin
LI Girtîgeya Tîpa T a Karabukê, ji aliyê Desteya Çavdêriyê ve bi ferzkirina “poşmantiyê” tevî ku cezayên wan qediyane jî înfaza 15 kesan hate şewitandin. Ev girtîgeh hîn jî bi rêbazên xwe yên êşkenceyê, di rojevê de ye. -
Rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik giran dibe
Rewşa tenduristiyê yê girtiyê bi nexweşiya giran Devrîm Ayik her roj hîn giran dibe. Dayika wî Hulya Ayik xwest, ji bo tedawîkirina kurê wê sewqî Girtîgeha Antalyayê bê kirin an jî bê berdan. -
Kanar: Qeyûm mêtingerî ye, zordariya li ser îradeya gelê Kurd e
Hiqûqnas Ercan Kanar anî ziman ku tayînkirina karmendekî navendî weke qeyûm li qada xwecihî, tenê di rejîmên mêtingeriyê de heye û got, "Ev yek rêbazeke rêveberiyê ya rejîma neteweya serdest e. Ev yek despotî ye li ser îradeya gelê Kurd." -
ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobetên li dijî desteserkirina vînê hatine destpêkirin didomin
Di çalakiya nobetê ya li dijî desteserkirina vîna li Colemêrgê, gel hatin ber şaredariyê, pirsgirêkên ku dijîn vegotin û daxwaza çareseriyê kirin. -
Serdana goristanan hat kirin: Em ê li pey şehîdan bin
Girseya ku serdana Şehîdên Têkoşîna Azadiyê kirin, soza bilindkirina têkoşînê dan. -
Fahrettin Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
Fahrettin Ozhan di Girtîgeha Girtî ya Hejmara 1 a Amedê de dima, piştî 30 salan ji girtîgehê derket. -
PÎK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir
Serokê PÎK'ê Hikmet Serbilind bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand û Cejna Qurbanê li gelê Kurd û hemû alema Îslamê pîroz kir. -
Peyama KCK’ê ya Cejna Qurbanê
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li her kesî kir ku li dijî dewleta Tirk a qirker têkoşîneke bi rêxistintir û xurtir bidin meşandin. -
Rewşa girtiyên nexweş Gun û Ozelmali giran e
Di çalakiyên Enqere û Stenbolê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Salih Gun û Kemal Ozelmali giran e û xwestin demildest bên berdan. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Vejdîn Avcil ê di bin çavan de hatî windakirin, pirsîn
Dayikên Şemioyê di hefteya 1003’yan a çalakiya li Qada Galatasarayê de, aqûbeta Vejdîn Avcil pirsîn ku 12’ê Hezîrana 1994’an li navçeya Dêrik a Mêrdînê hate windakirin. -
DEM Partî: Halîl Îbrahîm Karabûlût îxanet li gel kiriye
DEM Partî wiha got, "Halîl Îbrahîm Karabûlût îxanet li îradeya gel kiriye. Divê bê zanîn ku kesên îxanet li gel dikin, wê tu carî neyên efûkirin.” -
Li Amed û Êlihê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev
Malbat û endamên ÎHD’ê li Amed û Êlihê ji bo Vejdîn Avcil, Salih Çelîk û Sînan Fîdan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev. -
YPS-YPS JIN’ê banga berxwedana li dijî xespê kir: Roj roja xwedî derketina li rûmetê ye
YPS-YPS JIN’ê banga berxwedana li dijî xespa li Colemêrgê kir û got: “Divê em rabin ser piyan. Heta ku em Şaredariyên xwe werdigirin, divê em nerazên. Roj roja xwedî derketina li rûmeta xwe ye.” -
MRAP’ê beriya rûniştina NY’ê bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li dijî Kurdan
Tevgera Dostiya Navbera Gelan û Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê (MRAP), beriya rûniştinên NY’ê di rapora xwe ya li ser Tirkiyê de bal kişande ser tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li dijî Kurdan. -
DEM Partiyê Suryaniyên li Seyfoyê hatin qetilkirin bi bîr anî
DEM Partiyê banga rûbirûbûna qirkirinê kir û got: ‘’Em di 109’emîn salvegera Qirkirina Seyfoyê de êşa gelê Suryanî parve dikin." -
HBDH’ê li dijî derbeya qeyûm çalakî lidar xistin
Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê ragihand ku weke berteka li dijî derbeya qeyûm a li ser îradeya gelê Kurd, wan li Îzmîr û Bûrsayê du çalakiyên cuda lidar xistin. -
CÎK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir
CÎK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir û peyama hevgirtin û yekîtiyê da. -
Polîtîkayeke dewletê: Xespkirina şaredariyan
Dewleta Tirk li Kurdistanê polîtîkayên ku tu carî rê nade gel xwe bi rê ve bibe, meşandin û xespkirina şaredariyan jî weke dewama vê yekê tê berdewamkirin. -
HBDH’ê Berxwedana 15-16’ê Hezîranê silav kir: Em li dijî faşîzmê bibin yek
HBDH’ê Berxwedana Karkeran a Mezin a 15-16’ê Hezîranê silav kir û got: “Em li dijî kapîtalîzm û faşîzmê bibin yek, xwe rêxistin bikin û şer bikin.” -
‘Desthilatdarî Kurdan weke welatî nabîne’
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat diyar kir ku berxwedana li Colemêrgê divê veguhere têkoşîneke mezin a demokrasî û azadiyê ku her kesê di nava xwe de bigire û got ku destkeftiyên vê têkoşînê jî wê mezin bin. -
‘Rabûna rastgirên tundrew ên Ewropayê ji ber qelsiya çepgiran e’
Rojnamevan Yucel Ozdemîr diyar kir ku yek ji sedemên rabûna rastgirên tundrew ên li Ewropayê ji ber qelsiya çepgiran e û tevgereke protestoyî xuya nake.