Civata Zerdeştiyên Kurdistanê yên li Swêdê dê ji bo girtiyên Kurd ên ku 49 roj in di girtîgehên Tirk ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ne dûa bikin.
Civata Zerdeştiyên Kurdistanê ji merasima dûayan a ku dê li Perestgeha Zerdeştiyan a li paytext Stockholmê bê kirin, hemû Kurdên li Swêdê vexwend. Merasima dûakirinê ya ji bo girtiyan dê roja şemiyê saet di 13.00 heya 17.00 li Navenda Bilind a Zerdeştiyên Kurdistanê pêk bê.
Navnîşan: CIH: Turebergs Tüm 4, 191 62 Sollentuna