Zêdeyî 500 HDP'yî hê di binê çavan de ne

Piştî çalakiyên bombeyî yên li dijî leşker û polîsan, desthilatdariyê yekser HDP hedef nîşan da. Ji HDP'ê hê jî zêdeyî 500 kes binçavkirî ne.

Di nava sal û nîvekê de zêdeyî 8 hezar 500 HDP'yî hatin binçavkirin. 2 hezar 488 ji van hatin girtin. Bi giştî 350 caran êrîş li avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan hate kirin, ku 305 ji van êrîşan di meha Îlonê de rû dan. Navenda Giştî ya HDP'ê ku di Îlona bihurî de hat şewitandin, careke din bû hedefa êrîşan.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber helwesta xwe ya di dema parastina Kobanê de nîşan da, bû hedefa desthilatdariya AKP/Qesrê. Tevî gef û zextên giran jî, HDP bi dirûşma "Em ê te nekin serok" tevlî hilbijartina 7'ê Hezîranê bû û ji sedî 13.12 ê dengan bi dest xist. Ev yek bû sedem ku êrîşên li dijî HDP'ê zêde bibin. Êrîş gihîştin wê astê ku herî dawî Hevserokên Giştî û parlamenterên partiyê hatin girtin.

'DI NAVA MEH Û NÎVEKÊ DE ZÊDEYÎ 8 HEZAR KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li gorî agahiyên ji Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê hatin girtin, di operasyonên qirkirina siyasî yên navbera 22'ê Tîrmeha 2015 û 15'ê Kanûna 2016'an de, 8 hezar 502 kes hatin binçavkirin. Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, cîgirên serokê komê û parlamenter jî di nav de 2 hezar 488 kes hatin girtin. Yuksekdag ji 5'ê Mijdarê û vir ve li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, Demîrtaş jî ji heman rojê û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di nava tecrîdê de tên girtin.

Ji Tîrmeha 2016'an û vir ve di nava 6 mehan de 4 hezar 201 kes hatin binçavkirin, hezar û 59 kes hatin girtin.

Li gorî agahiyên heta 15'ê Kanûna 2016'an; ji 15'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve 21 hevserokên HDP'ê yên bajaran, 44 hevserokên HDP'ê yên navçeyan, 17 hevserokên DBP'ê yên bajaran û 42 hevserokên DBP'ê yên navçeyan hatin girtin.

Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve tevî Hevserokên Giştî 12 parlamenter, 3 endamên Desteya Rêveberiya Navendî, 4 endamên Meclîsa Partiyê, zêdeyî 750 rêveberên bajar û navçeyan hatin girtin. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors, ji ber merasîmeke cenaze ku lê amade bû, ji 16'ê Îlonê û vir ve li Girtîgeha Tokatê ye.

HDP'YÎ Lİ SALONA SPORÊ YA RIHAYÊ TÊN GIRTIN

Piştî êrîşa bombeyî ya 10'ê Kanûnê ya li Beşîktaşê, 15 hevserokên HDP'ê yên bajaran jî di nav de 734 kes hatin binçakvirin. Di nava van de Hevserokên HDP'ê yên Eskîşehîrê hatin girtin. Bi sedan kes hê di binê çavan de ne. Li Rihayê ku 210 kes hatin binçavkirin, binçavkirî bi rojane li stadyûma ku mîna kampa komkirinê ye, tên rawestandin.

DI DESTPÊKÊ DE QIRKIRINA SIYASÎ, PIŞTRE ÊRÎŞ

Piştî êrîşa li dijî leşkerên komando yên li Kayseriyê, HDP careke din hedef hate nîşandan. Vê carê avahiyên partiyê bûn hedef. Di şeva 17'ê Kanûnê de 5 avahiyên bajêran, 14 avahiyên navçeyan û navenda giştî ya partiyê bûn hedefa êrîşan.

Avahiya li Kayseriyê hate şewitandin, avahiya li Yalovayê hate dorpêçkirin. 4 rêveber û zarokek 7 salî yên li nava avahiyê bûn, bi zorê ji avahiyê derketin. Avahiyên bajêr ên Erzîngan û Çanakkaleyê, avahiyên navçeyên Bayrampaşa, Eyup, Beykoz, Bagcilar, Kartal û Beylîkduzu yên Stenbolê, Yenîmahalle ya Enqereyê, Darica ya Kocaeliyê, Çûkûrova ya Edeeneyê, Yildirim a Bûrsayê û navçeyên Bûca û Bayrakli yên Îzmîrê bûn hedefa êrîşan. Di heman demê de komek êrîş hat ber avahiya navenda giştî ya partiyê ya li Enqereyê, ji aliyê polîsan ve hate dûrxistin, lê kes ji wan nehate girtin.

Êrîşan di êvara 18'ê Kanûnê de jî dewam kirin. Bi qasî ku di çapemeniyê de hate weşandin, avahiyên HDP'ê yên Şîşlî, Beşîktaş, Pendîk, Ataşehîr û Umraniye yên Stenbolê, Kûmlûca ya Antalyayê, Ereglî ya Konyayê, Suleymanpaşa ya Tekîrdagê, avahiyên HDP'ê yên bajarên Sakarya û Denîzlî bûn hedefa êrîşa komên faşîst.

ÊRÎŞÊN HERÎ GIRAN DI 6-7'Ê ÎLONÊ DE HATIN KIRIN

Di 6-7'ê Îlona 2015'an de, piştî agahiyên li ser mirina leşkeran, hikûmetê daxuyanî da bû û piştre avahyên HDP'ê hedef hatibûn nîşandan. Di nava du rojan de 305 caran êrîş li avahiyên bajar û navçeyan hatin kirin. Ya ku di hişê mirovan de ma jî, şewitandina avahiya navenda giştî bû. Di dîmenekî de polîsan tabelaya HDP'ê ya li ser avahiya wê ya Aksarayê daxistin û li şûna wê ala Tirkan daliqandibûn.