Zarokên ji nav kavilên erdhejê hatine derxistin li ku ne?
Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Hûriye Hamîdî derbarê zarokên ku ji bin kavilên erdhejê hatine derxistin got “Derbarê zarokan heta niha tu daneyên zelal tune.”
Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Hûriye Hamîdî derbarê zarokên ku ji bin kavilên erdhejê hatine derxistin got “Derbarê zarokan heta niha tu daneyên zelal tune.”
Derbarê aqûbeta zarokên ku ji erdheja 6'ê Sibatê rizgar bûne hê jî agahiyên zelal bi dest neketine. Malbatên li zarokên xwe digerin diçin saziyên sivîl û saziyên dewletê yên têkildar. Malbat agahiyan distînin ku bi sedan zarok winda bûne û piştî hefteyan di goristana bêkesan de hatine dîtin. Malbat dixwazin ev pirsgirêk zûzûka çareser bibe û saziyên sivîl ên ku di qada zarokan de dixebitin jî ji rayedaran dixwazin bila gavên hewce biavêjin.
Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Huriye Hamîdî bal kişand ser rewşa zarokên piştî erdhejê winda bûne.
Parêzer Hamîdî diyar kir bi pêvajoya erdhejê re wan dît ku Wezareta Malbatê dest bi parvekirina daneyan kir û ji bo zarokên windabûyî sîstemek taybet ava kir û got “Ev pergal têr nake, ji ber ku dema mirov daneyan dide ber hev tê dîtin ku tiştên ku wezaretê par ve kiriye û yên Midûriyeta Giştî ya Emniyetê hevdu nagirin. Ji roja ewil ve ji qadê gelek agahî hatin. Her wiha gelek dezenformasyon jî hene. Me ev agahî hinek ji wan tespît kir lê me nekarî yên din tespît bikin. Li Semsûrê me dît ku gelek zarokên li wir teslîmî hinek terîqet û saziyên din hatine kirin. Em dikarin bibêjin ku li holê bêkoordînasyonî heye û derbarê zarokan heta niha daneyên zelal tune.”
Parêzer Hamîdî diyar kir pergala niha têr nake û got “Em bihesibînin ku zarok ji bin kavilan derxistine û şandine bajarekî din. Malbat jixwe êşa erdhejê û mirina xizmên xwe dijî, di nav vê êşê de malbat hewl dide biçe bajarekî din û zarokên xwe bibîne. Gelek kesan ji ber ku nasnameya xwe di erdhejê de winda kirine, nikarin agahiyên xwe yên nasnameyê bidin. Malbat dîsa hewl didin nasnameyê derxînin. Malbat di navbera edliye, polîs û saziyan de diçin û tên. Ev jî zehmeteke mezin dide malbatan.”
PROSEDURÊN HIŞK TÊN PÊKANÎN
Parêzer Hamîdî diyar kir ku eger zarokên winda bên tespîtkirin jî, ji ber bêderfetiya madî malbatên wan nikarin vegerin bajarên xwe û got, “Ya ku divê li vir bê kirin ew e ku eger herî kêm zarokê van malbatan bê zanîn, divê malbat ji wir bê wergirtin û bi rêya saziyên pêwendîdar zarok bînin û bi zarok re vegerînin bajar an jî cihên lê dijîn. Ji ber ku bi rastî barekî aborî heye. Pêkanîna tedbîrên hişk ji bo malbat an jî kesên di erdhejê de mexdûr bûne, dibe sedem ku ev kes careke din bikevin zehmetiyê. "
DIVIYA RÊXISTINÊN SIVÎL NEHATIBANA ASTENGKIRIN
Parêzer Hamîdî destnîşan kir ku ji roja ewil a erdhejê heta niha pirsgirêka herî mezin netevlîkirina rêxistinên sivîl û dildaran e û ev tişt parve kir: “Hewldana astengkirina alîkariya rêxistinên sivîl û dildaran li herêmên erdhejê nayê qebûlkirin. Sazî û rêxistinên ku xwe îspat kirine li qadê dixebitin hene. Mînak, rêxistinên lênihêrîna tenduristiyê jî bang li dilxwazan kirin ku nimûneyên DNA bigirin. Divê em biçin wê herêmê û ji bo amadekirina nimûneyên DNA’yê alîkariyê bikin. Ji ber ku dema ev kes bê nasname bên definkirin, wê bibe sedem ku malbat bi salan li miriyên xwe bigerin û nebînin.”
JI BER ME NEGIRTIN QADÊ, EM QELS MAN
Parêzer Hamîdî anî ziman divê sazî û rêxistinên ku di warê mafên zarokan de dixebitin tev li pêvajoyê bibin. Hemîdî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ya rast eger çiqas em zû daketibana qadê, dibe ku bi zarokan re çalakiyên lîstin û xebatên piştevaniya derûnî-civakî jî berê dest pê bikira. An jî, bi kêmanî, maseyên krîzê dikaribû ji bo pêşîlêgirtina zarokê winda û pirsgirêkên piçûk ên bêserûber bihata avakirin. Dema li van herêman îdîayên bi vî rengî çêbûna, me dikarîbû yekser têkoşîna hiqûqî bida yan jî me dikarîbû malbatan sewqî cihên rast bikira. Di van hemûyan de ji ber ku destûr nedan em dakevin qadan, em nîvco man."