Zarokên Agir li Bûrsa û Çanakkaleyê çalakî pêk anîn
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Çanakkale û Bûrsayê çalakî lidar xistiye.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Çanakkale û Bûrsayê çalakî lidar xistiye.
Di daxuyaniya însiyatîfê de hat ragihandin ku di 4'ê Gulanê de li Bûrsayê li dijî depoya xurde ya faşîstan û di 5'ê Gulanê de li Taxa Bîga ya Çanakkaleyê li dijî 2 wesayîtan çalakî hatine lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li Kurdên bi rûmet hemûyan dikin ku li bajarên Tirkiyeyê hesab bipirsin û dibêjin, roj roja xwedîderketina li welatê xwe Kurdistanê û tolhildanê ye."