Zanîngeha Parîs 8, şaxekî xwe li Rojava vedike

Zanîngeha Parîs 8, ji bo li Rojavayê Kurdistanê şaxekî xwe veke, daxwazname pêşkêşî Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Parîsê kir.

Rojavayê Kurdistanê, bi têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê û bi sîstema xwe ya wekhev û pirrengî, ji niha ve weke qadeke aram tê dîtin û bala cîhanê dikişîne ser xwe.

Zanîngeha Parîs 8, belgeyên fermî yên daxwaznameya vekirina şaxeke zanîngehê li Rojava radestî Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Parîsê kir.

Zanîngeh wê bawernameyên xwendekarên xwe yên li Rojava li welatên derve bide qebûlkirin.

Zanîngeha Parîs 8 yek ji 13 zanîngehên li Parîsê ye. Zanîngehek hikûmî ku di zanistên civakî de pispor e û di 1’ê Çileya 1969’an de hatiye vekirin. Piraniya xwendekarên wê jî komunîst in.