Yûrdatapan: AKP mîna hukûmetên berê nêzî greva birçîbûnê dibe

Yûrdatapan: AKP mîna hukûmetên berê nêzî greva birçîbûnê dibe

Muzîkjen û parêzvanê mafê mirovan Şanar Yûrdatapan ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ketiye roja 57’emîn, got: “Hukûmeta AKP’ê polîtîkayên dewletê yên berê li hemberî çalakiyên greva birçîbûnê didomîne.”

Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ket roja 57’emîn. Muzîkjen û parêzvanê mafê mirovan Şanar Yûrdatapan der barê mijarê de ji ANF2ê re axivî û helwesta Serokwezîrê Tirk bi van gotinan rexne kir:"Em niha kopiya nêzîkatiyên berê yên li hemberî grevên birçîbûnê dibînin. Em îro jî bi xêra AKP’ê helwetên biçûkxistina çalakiyê û gotinên ‘xwarin dixwin’ dibihîsin. Serokwezîr bi awayek balkêş van gotinan dibêje. Ger li şûna van gotinana pêngaven li berçav biavêta, pirsgirêk dê çareser bibûya. Erdogan dibêje qey ev ewlat bi erzanî hatine xwedîkirin? "

Yûrdatapan da zanîn ku girtiyên Kurd ji bo çalakiya xwe bi biryar in û got: "Hem bi biryar in û hem jî daxwazên wan mafdar in. Heta mirov neçar nemînin, mirov jiyana xwe naxe metirsiyê. Em li vir bawerî û nêrîneke bi biryar dibînin."

"PÊŞÎ ‘KURD’ QEDEXE BÛ, NIHA PARASTINA KURDAN......."

Yûrdatapan ku got: "Her kes nikare li gorî xwe yasayan red bike” wiha domand: Gotina bila ‘parastina bi Kurd nekin: berê jî digotin ‘Kurd tune ye’, gelo çi ferqek heye? Wê dema peyva Kurd qedexe bû. Azîz Nesîn ji ber pirtûka bi navê ‘Tirkên Bûlgarîstanê, Kurdên Tirkiyeyê’ hate darizandin û papê serbest hat berdan. Niha jî li hemberî me qedexeya parastina bi Kurdî heye. "

"MA ERDOGAN DIBÊJE QEY XWEDÎKIRINA EWLADAN EWQAS ERZAN E?"

Şanar Yûrdatapan bang li hukûmeta Tirk kir ku daxwazên girtiyan qebûl bike û got: “Daxwaza zimanê Kurdî divê jixwe pêk bê. Divê AKP a niha pêk bîne. Hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re jî mijarek yasayî ye. Serokwezîr derket û got ‘dikarin bi malbata xwe re hevdîtin pêk bîne, lê nikare bi parêzeran re pêk bîne’. Ev ne rast e. Ger dadgeha mirovek di çarçoveya daraza Tirk û DMME’yê de hebe, çawa nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne. Divê ev daxwaz zû bên pêkanîn û bi vî awayî grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Ma Erdogan dibêje qey xwedîkirina ewladan ewqas erzan e? Bila nebêje ‘dewlet bejna xwe natewîne, bi dewletê re bazar nayê kiri! Dewlet neçar wana hemûyan jî bike!"

Yûrdatapan diyar kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd efûyeke giştî ku Ocalan jî di nav de pêk bê û got: "Ji bo bidawîkirina şer pêngava herî girîng ev e. Ez êdî pirsgirêk ne ya Kurdan, lê wek meseleya Tirkan dibînin. Ji ber ku em pirsgirêk diafirînin."