YPG’ê wesayîta doçka li ser rûxand
YPG’ê wesayîta doçka li ser rûxand
YPG’ê wesayîta doçka li ser rûxand
Li rojhilatê bajarê Kobanê şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de dijwar bûn. Li eniya başûrê bajêr jî şervanên YPG’ê wesayîtek doçka li ser bêbandor kirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA’yê ji eniyên şer ragihandine, li rojhilatê bajarê Kobanê şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê û bi taybet li devera Kaniya Kurdan dijwar bûne.
Li aliyekî din şervanên YPG’ê li eniya başûrê bajêr jî wesayîtek doçka li ser a çeteyan hedef girtin. Di encamê de wesayît hate bêbandorkirin.
Şer û pevçûn li her sê eniyên bajêr berdewam in û bi taybet li rojhilatê bajêr bi dijwarî didomin.