YPG: Di şerê li Kobanê de 25 çete hatin kuştin

YPG: Di şerê li Kobanê de 25 çete hatin kuştin

Li gel teqwiyeya hêz û çekên çeteyan, her êrîşa DAIŞ'ê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve tên şikandin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand, ku di pevçûnên 24 saetên dawî de 25 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê û berxwedana bi heybet a li dijî van êrîşan di roja 44. de dewam dikin.

Navendê ragihand ku komên çetey hêz û çekên nû sewqî herêmê dikin û hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat jî, bi çalakiyan bersivê didin çeteyan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete bê navber navenda bajêr jî bombebaran dike û der barê pevçûnên 24 saetên dawî de ev agahî hatin dayîn:

LI ENIYA ROJHILAT 18 ÇETE HATIN KUŞTIN

"Li eniya rojhilat şevê din pevçûnên dijwar qewimîn û êrîşên çeteyan hatin têkbirin. Komên çete li kolana şaredariyê êrîş kirin, şervanên me bersiva tund dan û 2 cesed, kalaşnîkovek, çekek M16, 10 bombeyên destan, 2 bêtêl û alavên leşkerî hatin desteserkirin. Di şerê li herêma Kaniya Kurdan de jî, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 çete hatin kuştin.

Hêzên me duh danê nîvro li eniya rojhilat, di navbera gundên Şêran û Kabacox li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 wesayît hatin rûxandin û bi qasî ku hat tespîtkirin 13 çete hatin kuştin.

LI GUNDÊ ÎZEA DI ÇALAKIYEKÊ DE 7 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li gundê Îzea yê li rojavayê Kobanê jî şervanên me li hemberî nuqteyeke çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de herî kêm 7 çete hatin kuştin û motorsîkletek hat rûxandin."