YPG: Di 24 saetên dawî de li Kobanê 54 çete hatin kuştin

YPG: Di 24 saetên dawî de li Kobanê 54 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku li eniyên rojhilat, başûr û rojavayê Kobanê duh bi şev pevçûnên dijwar qewimîne û 54 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, gelek çek hatine desteserkirin. Hat ragihandin ku di vî şerî de 9 şervanên YPG'ê û şervanekî Bûrkan El Firat jiyana xwe ji dest dane. Hat destnîşankirin ku Girê Til Şeîrê jî di bin kontrola YPG'ê de ye.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana şervanên YPG/YPJ û hêzên Bûrkan El Firatê yên ji bo parastina Kobanê di roja 39. de dewam dike.

Navendê destnîşan kir ku bi parastineke xurt debên giran li çeteyan tê xistin û der barê encamên şerê 24 saetên dawî de ev agahî da:

LI ENIYA ROJHILAT 24 ÇETE HATIN KUŞTIN

"Duh danê sibê li herêma Kaniya Kurdan hêzên me bi êrîşekê derbên giran li çeteyan xistin. Li Rojhilatê Kobanê duh danê nîvroj şerekî dijwar destpê kir û tevahiya şevê dewam kir. Li Kaniya Kurdan, taxa şaredariyê û li qada Azadî 24 kuştiyên çeteyan hat tespîtkirin. Her wiha wesayîtek wan jî derb xwar. Li vê herêmê kalaşnîkoveke çeteyan, 1 M16 û gelek cebilxaneyên van çekan hatin desteserkirin.

WESAYÎTA BOMBEBARKIRÎ LI NAV ÇETEYAN HAT TEQANDIN: 7 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya Başûr di navbera hêzên me û çeteyan de şerê dijwar qewimîn. Çeteyan li vê herêmê xwestin bi wesayîtek bombebarkirî êrîş bikin, lê ev wesayîta bombebarkirî di nava çeteyan de hat teqandin. Li vê herêmê jî 7 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.

LI GIRÊ TIL ŞEÎRÊ 23 ÇETE HATIN KUŞTIN, GIR DI BIN KONTROLA YPG'Ê DE YE

Li rojavayê Kobanê gundê Til Şeîr û li derdora wê tevahiya roj û şevê di navbera hêzên me û çeteyan de şerekî dijwar û sing bi sing qewimî. Girê Til Şeîr di destê hêzên me de ye û li vê herêmê 23 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Li vê herêmê 15 kalaşnîkov , 2 BKC, 1 B7 roket-avêj, demançeyek, 2 bêtêl û gelek cebilxaneyên van çekan hat desteserkirin.

DI ŞERÊ 24 SAETÊN DAWÎ DE 9 ŞERVANÊN YPG'Ê Û ŞERVANEKÎ BÛRKAN EL FIRAT JIYANA XWE JI DEST DAN

Di 24 saetên dawî de 9 şervanên YPG'ê û şervanekî Bûrkan El Firat bi qehremanî şer kirin û gihîştin şehadetê."