Yolerî: Em êdî nikarin qala demokrasiyê bikin

Seroka Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî diyar kir, ew di pêvajoyeke welê de ne ku êdî rejîma otorîter hatiye bicihkirin û qala demokrasiyê nikare bê kirin.

Seroka Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî li ser karnameya mafên mirovan a AKP'ê ji ANF'ê re axivî. Yolerî anî ziman, di demekê de ku bi navê 'Sifir tolerans ji bo êşkenceyê' desthilatdariyê kampanyayê mezin dimeşand jî mirov li girtîgehan bi êşkenceyê dihatin kuştin û êşkence dihate dewamkirin. Yolerî diyar kir, di wan deman de ku mîna ku bi navê ahengiya bi Yekîtiya Ewropayê re hin 'qadên azadiyê' têne afirandin, refleksên berê dewam dikirin. Yolerî dozên li dijî çapemeniyê, Qanûna li dijî Terorê, Qanûna MÎT'ê, guhertinên têkildarî berpirsyariyên wezîfeyê yên hêzên dewletê, manîpulasyonên dema referandûmê, nenaskirina destûra bingehîn û qanûnan bi bîr xist û got, "Em êdî di pêvajoyeke welê de ne ku rejîmeke otorîter bi sazî bûye, bi cih bûye û qala demokrasiyê nikare bê kirin."

Yolerî ragihand, yek ji sedemên vê bêhiqûqiya desthilatdariya AKP'ê ew e ku sîstema hiqûqê ya navneteweyî li pêşberî vê bêhiqûqiyê bêdeng e û got, "Ev hikumet derket derveyî hiqûqê. Di demekê de ku hiqûqa navxweyî hate binpêkirin, xwe ji hiqûqa navneteweyî jî qut kir. Dibêje, ez guh nadim biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Rapora CPT, yan jî hin mekanîzmayên mafên mirovan têk dibe. Ji ber ku li qada navneteweyî bi têrkerî helwest li dij nayê nîşandan di vê astê de bêperwa nêzîk dibe."

Yolerî têkildarî nêzîkatiya ÎHD'ê ya di hilbijartinên 14'ê Gulanê de got, "Em dixwazin demokrasî, mafên mirovan, aştî serwer bibe. Dixwazin azadî pêk were, asta aramiyê bilind bibe. Em dixwazin şert û mercên jiyaneke mirovî bên afirandin û ev yek ji bo her kesî be. Lewma kî ji bo pêkanîna van sozê dide, pêşniyaran dike, maqûl e. Em partiyekê pêşniyar nakin, ÎHD tevgereke ku navber daniye navbera xwe û dewlet, hikumet û partiyan. Lê belê mîna ku min got, kî sozê li ser mafên mirovan, aştî û demokrasiyê dide, bêguman ew ji bo me hêja ye."