Yekîtiya Bijîşkên Îspanyayê: Fîncanci peywira xwe kir
Serokê Yekîtiya Bijîşkan aÎspanyay Dr. Thomás Cobo Casto diyar kir ku Şebnem Korur Fîncanci peywira xwe dike û nerazîbûn nîşanî girtina wê da.
Serokê Yekîtiya Bijîşkan aÎspanyay Dr. Thomás Cobo Casto diyar kir ku Şebnem Korur Fîncanci peywira xwe dike û nerazîbûn nîşanî girtina wê da.
Serokê Yekîtiya Bijîşkan a Îspanyay Dr. Thomás Cobo Casto, ji bo Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Şebnem Korur Fîncanci ya ku derbarê êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî daxuyanî dabû û piştre hatibû girtin, nameya hevgirtinê şand.
Casto di nameyê de diyar kir ku pîşeya bijîşkî ji nêz ve bi parastina mafên mirovan ve girêdayî ye û destnîşan kir ku erka exlaqî û pîşeyî ya bijîşkan e ku her gumanek li ser binpêkirina yekitiya laşî ya kes ango komek mirovan ragihînin.
Dr. Casto diyar kir ku nêrînên Fîncanci ne sûc e û nerazîbûn nîşanî girtina wê da.