YEK-KOM: Kurdên li Almanyayê divê berbi Berlînê ve biherikin

YEK-KOM: Kurdên li Almanyayê divê berbi Berlînê ve biherikin

Yekitiya Komeleyên Kurd ya Almanyayê (YEK-KOM) ji bo mîtînga protestokirina hatina Erdogan ya Almanyayê ku saet di 10.30’an de bi Merkelê li Brendenburg Tor hevdîtin pêk tîne bang li kurd û dostên kurdan kirin. YEK-KOM’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Werin em li dijî dîktatorên ku dijminê gelên me ne bi hev re dengê xwe bilind bikin.

YEK-KOM, Federasyona Yekitiya Elewiyên Almanyayê (AABF), Federasyona Karkên Tirkiyeyê ya Almanyayê (ATÎF) û Yekitiya Komeleyên Asûrî ya Almanyayê û gelek saziyên din yên penaberan li Berlînê bi armanca ku Erdogan protesto bikin mîtîngê pêk tînin. YEK-KOM’ê ji bo meşa kut ê payîn ji 10 hezarî zêdetir kes tevli bibin ev bang li kurdan kir:

“Em bi rêxistinên civaka demokratîk re ji bo ku bêjin em Erdogan li Almanya û Ewropayê naxwazin, bi mîtîngeke mezin em dê protesto bikin û dengê xwe bilind bikin. dema ev serdan bê kirin hemû li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê bi mîlyonan kes ji bo piştevaniya girtiyên di grevê de ne dê dest ji karûbarên xwe berdin û dakevin kolanan.

Ji bo ku em dengê xwe tevli dengê wan bikin û piştgiriyê bidin wan em gelê xwe yê Almanyayê û kesên bi hestiyar vexwendixwînin vê mîtîngê. Werin em li dijî dîkatorên dijminê gelên xwe bi hev re dengê xwe bilind bikin. Bi hemû aliyên civakê re û dirûşmeyên hevpar di roja 31.10.2012’an de saet di 10:30 li Brandenburger Tor (Westseite)'bi qîrin.

Mîtînga ku li Almanyayê pêk tê û kurd, tirk, ermenî, asûrî, elewî, êzdî û komên cuda yên din piştgiriyê didinê, her kes dikare tevli bibe û lîsteya otobusan hatin daliqandin. Hun dikarin li ser malpera înternetê http://www.yekkom.com) ya YEK-KOM’ê xwe bi gihînin.