Her çendî Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li Enqere û Berlînê gotina xwe ya “şovê dikin, tenê kesek di çalakiyê de ye” ya ji bo girtiyên di greva birçîbûnê dubare kir, lê Yekitiya Ewropayê got; “Em ji tenduristiya girtiyan bi fikar in.” Li ser navê Komîsyona Ewropayê, Komîserê Berpirsê Berfirehkirina YE’yê Stefan Fule, daxuyaniyeke nivîskî ji ANF’ê re şand û got; “Em rewşê ji nêzîk ve dişopînin. Bila girtî jiyana xwe nexin rîskê.”
Greva birçîbûnê ya ku ji 12’ê Îlonê berdewam dike, ket roja 52’yemîn. Serokwezîrê Tirk li Enqereyê û li Berlînê jî li ber çavê hemû cîhanê çalakiya girtiya înkar kir û heqaret li girtiyan kir. Yekitiya Ewropayê jî bang li girtiyan kir. YE’yê Erdogan bi neduristbûnê tawanbar kir û bersiv da Serokwezîrê Tirk jî.
Banga bi îmzeya Peter Stano ya li ser navê Komîsyona Ewropayê, Komîserê Berpirsê Berfirehkirina YE’yê Stefan Fule hate şandin wiha :
"Komîsyona Ewropayê rewşê ji nêzîk ve dişopîne û em ji ber nûçeyên ku dibêjin rewşa tenduristiya girtiyan ber bi xirabiyê ve diçin bi fikar in. Em weke komîsyonê bang li girtiyan dikin ku tenturistî û jiyana xwe nexin xeteriyê. Ji bo rewşa tenduristiya girtiyan xirabtir nebe, em bang dikin ku di çarçoveya normên mafê mirovan ên navneteweyî de hewl bên dayin."
'PIRSGIRÊKA KURD BI DEMOKRASIYÊ ÇARESER DIBE'
Komîsyona Ewropayê xwest ku pirsgirêka kurd di çarçoveya rêgezên giştî yên yekitiyê de bên nirxandin û nêzîkatiya xwe ya berê dubare kir. Komîsyonê xwest ku pirsgirêka Kurd bi awayeke têrker bê çareserkirin û got:
''Li gel aşitî, demokrasî û aramiyê, pêwîstiya başûrê rojhilat (bakûrê Kurdistanê) bi geşdanên civakî, aborî û çandî heye. Ev yek tenê dikare bi pêngavên ku dê mafên civakî, aborî û çandî yên gelê herêmê berfireh bike, pêk bê.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên li başûrê rojhilat, divê hemû hêzên demokratîk bi awayeke xurt hewl bidin. Çareserî divê di çarçoveya nîqaşên aşkere de û li ser esasê rêzdariya li hemberî azadiyan çareser bibe. "
Rayedarê YE’yê Stefan Fule hefteyek berê jî bersiv dabû pirsa ANF’ê ya bi awayê ‘Greva birçîbûnê gihiştiye asteke krîtîk, gelo hûn dê bikevin tevgerê?’ û got; “Em pêvajoyê dişopînin, bi rayedarên tirk re hevdîtin dikin. Em baş dizanin ku pêşîlêvekirina Kurd jî pêk nehat.”