Hevberdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ramazan Yavûz li ser karên li Stenbolê û armanca xwe ji ANF'ê re axivî.
Ramazan Yavûz diyar kir ku gelê li Stenbolê Partiya Çepên Keskpejirandiye û nêzî sal û nîveke ew ji gel re qala Partiya Çepên Kesk dikin, niha li her derê weke Partiya Çep a Kesk dixebitin. Yavûz got, "HDP wê nekeve lîsteyê. Ji ber ku tevlî hilbijartinê nabe logoya HDP'ê wê di pisûleya dengan de nebe, lewma jî li şûna HDP'ê wê Partiya Çepên Kesk di pisûlaya dengan de hebe. Di pisûlaya dengan de wê navê HDP'ê nebe."
Yavûz ragihand ku têkildarî ewlehiya hilbijartinê karên wan dewam dikin û bi bîr xist ku li Stenbolê wê li 191 dibistanan sindoqên dengdanê bêne danîn, li tevahiya bajêr wê nêzî 70 hezar muşahîtan wezîfedar bikin, li her dibistanê wê parêzerekî bi cih bikin. Yavûz diyar kir ku ew girîngiyê didin perwerdeya wezîfedarên xwe yên li ser sindoqên dengdanê û anî ziman ku nûnerê HDP'ê yê li Desteya Hilbijartinê ya Bilind Mehmet Ruştu Tîryakî têkildarî hilbijartinê û ewlehiya hilbijartinê dîmenekî ji 40 deqeyî amade kiriye, wê vî dîmenî bi her wezîfedarî re bidin temaşekirin û li avahiyên navçeyê nîşan bidin.
Yavûz bal kişand ser êrîşên li dijî buroyên hilbijartinê û diyar kir ku sîstema kamera jî di nav de ew li ser tedbîrên ewlehiyê yên hevalên xwe yên wezîfedar nîqaşan dikin. Yavûz diyar kir ku li navçeyan wê buroyan ji bo hilbijartinê vekin û armanca wan ew e ku derdora 150 buroyan vekin, li hin navçeyan jî 2, li hin navçeyan wê 5 buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk vekin.
Yavûz destnîşan kir ku vekirina buroyên hilbijartinê yên li Stenbolê mîna mîtîngan derbas dibin û got, di pêvajoya hilbijartinê de ew plan dikin ku li Stenbolê mîtîngeke mezin li qada Yenîkapi ya mîtîngê lidar bixin. Yavûz ragihand ku ji bilî vê jî wê mîtîngeke mezin a jinan lidar bixin û got, "Em timî dibêjin, Stenbolê bajarê herî mezin ê Stenbolê ye. Lewma armanca me ew e ku li Stenbolê 20 wekîlan bi dest bixin, dengê xwe bi rêjeya ji sedî sed zêde bikin. Weke Partiya Çepên Kesk em dixwazin di 15'ê Gulanê de li sibeheke bedew hişyar bibin."