Xwendekarên ÎTU û ODTU di grevê de ne

Xwendekarên ÎTU û ODTU di grevê de ne

Xwendekarên zanîngehên ÎTU û ODTU bi armanca bal bikişînin ser grevên birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin.

Xwendekarên DYG’ê yên li Zanîngeha Teknîk a Stenbolê dixwînin bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiya ku kete roja 52’an li ber Pirtûkxaneya Mustafa Înan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Kampusê li qada ku avakirin dowîzên wekê ‘An azadî an azadî’, ‘Ne mirin, çaresrî’ , ‘Bê dengî mirinê tîne’ daliqandin. Ji ber gelek xwendekarên din yên ji rêxistinên cuda yên siyasî ne ji bo piştgiriyê diçin serdana wan.

Xwendekarên xwedî nêrîna çep yên li ODTU dixwînin bi armanca pişigriyê bidin girtiyên di grevê de ne ji nav kampusa ODTU heta ber Yuzuncu Yilê meşiyan. Meşê de pankarta ‘Em ne mirinê, çareseriyê dixwazin’ daliqandin û di dema meşê de bê navber ‘Bijî berxwedana gelan’, ‘Tecrîdê rakin mirinan rawestînin’ berzkirin. Piştî meşê Derya Koca li ser navê xwendekaran daxuyanî xwend û got her diçe mirin nêz dibe û wiha got: “Çapemenî bê deng e. Dewlet înkar dike. Mirov bê deng in. Kesên xwedî wijdan divê lid ijî vê bê deng nemînin.”

Piştî daxuyaniyê xwendekaran li kampsusa ODTU dest bi greva bê dem û dorveger kirin.