Xizmên windayan ji bo Okûyûcû li hev kom bûn
Xizmên windayan ji bo Ahmet Okûyûcû yê di sala 1993'an de li Farqînê li kargeha xwe hat qetilkirin, kom bûn.
Xizmên windayan ji bo Ahmet Okûyûcû yê di sala 1993'an de li Farqînê li kargeha xwe hat qetilkirin, kom bûn.
Reveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbata windayan û kujeran bipirsin di hefteya 695'emîn de çalakiya “Bila winda werin dîtin kujer bên darizandin” li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû li dar xist û di çalaki de weneyên windayan hatin hildan. Di vê hefteyê de çalakvanan serpêhatiya qetilkirina Ahmet Okûyûcû vegot ku di 27’ê çilêyê 1993’yan de li navçeya Farqîn a Amedê li kargeha xwe hatibû qetilkirin û li kujerên wî hat pirsîn.
SERPÊHATIYÊ OKÛYÛCÛ
Piştre jî rêvebera ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpêhatiya Ahmet Okûyûcû xwend. Yildirim diyar kir ku Okûyûcû di 27’ê Çileya 1993’yan de dema kargeha xwe vedike û kesên ku çek li ser wan in wek muşterî tên kargehê û wiha qala bûyerê kir: “Ew kesên ku wek muşterî tên kargehê 24 gule direşînin û Okûyûcû li kargehê jiyana xwe ji dest dide. Piştî bûyerê esnafên derdorê cenazeyê wî radikin nexweşxaneyê.”
Yildirim di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku malbata Okûyûcû ji bo ku ji Ferqînê derkevin rastî zext û zorê tên û wiha got: “ Bavê vî Harûn Okûyûcû mela bû û cenazeye lawê xwe di hewşa malê de şûştiye. Mele di heman demê de kesên ku di wan salan de li naverasta kuçeyan dihatin kuştin cenazeye dişûşt û ji ber vê gelek caran rastî gefên kuştinê hatiye. Piştî 3 mehan li pêşiya mala mele gule hatine teqandin û 7 meh şûnve jî kargeha wan û embara wan ya pembû hate şewitandin. Malbat ji ber wan bûyeran neçar dimînin û ji Farqînê koç dikin. Malbat ji be zextan newêre serî li riyên hiqûqê bide. Ji vê rojê heta îro kujerên nehatine dîtin. Çend sal derbas bibe jî ji bo dîtina windayan û cezakirina kujeran wê têkoşîna me berdewam bike. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.”