Xizmên windayan: Bila winda bên dîtin, kujer werin darizandin
Xizmên windayan li Amed û Îzmîrê li aqûbeta Hasan Ocak, Ridvan Karakoç, Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz pirsin. Li Êlihê jî daxwazên parêzvanên mafên mirovan hatin ragihandin.
Xizmên windayan li Amed û Îzmîrê li aqûbeta Hasan Ocak, Ridvan Karakoç, Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz pirsin. Li Êlihê jî daxwazên parêzvanên mafên mirovan hatin ragihandin.
Reveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbata windayan û kujeran bipirsin di hefteya 694' emîn de çalakiya “Bila winda werin dîtin kujer werin darizandin” li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê pêk anîn.
Endam û rêveberên (DBP), Hevserokên HDP’a Amedê Gûlîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînê Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de weneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê bi boneya “Hefteya Windayan” qetilkikirina Hasan Ocak û Ridvan Karakoç hat bibîrxistin û li kujerên wan hat pirsîn.
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn ewilî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo darizandina kujerên windayan bênavber têkoşîna edaletê didin û dê bi israr û biryar çalakiya xwe bidomînin. Zeytûn bal kişand ser qedexekirina zimanê çalakî û şahiyên zimanê Kurdî, konser û şanoyên bi Kurdî û wiha got: “Ev qedexe û astengî polîtîkaya dewletê ya li hemberî Kurdan e. Em ê li hember vê polîtîkaya qedexekar û bêhiqûqî bêdeng nemînin û em ê her daîm têbikoşin.”
ÎŞKENCE DÎTIN
Piştî axaftina Zeytûn, rêvebera ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpihatiya Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de ku xwedî nasnameya sosyalîst bû di nezaretê de hat qetilkirin û Ridvan Karakoç ê xebatên siyasî û çandî dikir li Stenbolê nezaretê de hat kuştin vegot. Yildirim anî ziman ku Ocak û Karakoç di encama îşkenceyê de hatine qetilkirin û cenazeyên wan li goristana bêkesan a Stenbolê hatiye dîtin. Yildirim bi bîr xist ku heta niha derbarê kujeran de lêpirsînek nehatiye destpêkirin û xwest kujer werin dîtin û darizandin. Yildirim got nedîtina kujeran encama polîtîkaya bêceza hiştinê ye.
ÊLIH
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'a Êlihê jî di hefteya 531'emîn de li ber Peykerê Mafê Mirovan ku li serê Cadeya Gulistanê ye civiyan û li aqûbeta windayan pirsîn. Gelek kes tev li bûn û wêneyên windayan hatin hildan.
Hevserokê ÎHD'a Êlihê Devran Yildiz di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tevî astengî û qedexeyan jî çalakiyên wan ên têkoşîna edaletê berdewam dike. Yildiz di axaftina xwe de daxwazên xizmên windayan ên ku bi salane dikin rêz kir û got divê tavilê daxwazên malbatan werin qebûlkirin û winda bên dîtin û kujer bên darizandin.
ÎZMÎR
Rêveberên ÎHD'a Îzmîrê jî bi çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" li ber Sumerbanka berê ya li Konakê li dar xist. Nûnerên saziyan tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan. ÎHD'a Îzmîrê vê hefteyê li aqûbeta Edîp Aksoy ê endamê ÎHD'ê bû û welatiyê bi navê Orhan Cîngoz ên di sala 1995'an de li Amedê hatin windakirin pirsî.