Xizmên Windayan ji bo Aydin, Altunkaynak û Akyon hatin cem hev
ÎHD û xizmên windayan ji bo Necatî Aydin, Davut Altunkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin hatin cem hev.
ÎHD û xizmên windayan ji bo Necatî Aydin, Davut Altunkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin hatin cem hev.
Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 739’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê hat xwestin ku kujerên Necatî Aydin ê xebatkarê tenduristiyê ku di 4’ê Nîsana 1994’an de hat windakirin, pirsîn û serpêhatiya windakirinê hat xwendin.
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn da zanîn ku ew bi taxrîbatên giran ên bêcezhiştina kujerên cînayetên salên 90’î re rûbirû ne.
Serokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken jî axivî û got ew ê ala hevrêyên xwe yên têkoşînê ku di oxira doza azadiyê de canê xwe ji dest dane her bilind bikin.
Rêveberê ÎHD’ê Firat Akdenîz jî metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser windakirina Necatî Aydin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
ÊLIH
Li Êlihê jî rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan li ber Peykerê Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya heftane ya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” lidar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Rêveberê ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner daxuyaniya vê hefteyê xwend û pirsa kujerên Davut Altunkaynak û Nedîm Akyon ên ku dema 16 salî bûn li navçeya Kerborana Mêrdînê hatin windakirin û piştî 21 salan cenazeyên wan hat dîtin. Tanguner xwest bila kujerên wan demildest bên cezakirin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.