Xaneqîn bûye wargeha malbatên penaber
Xaneqîn bûye wargeha malbatên penaber
Xaneqîn bûye wargeha malbatên penaber
Li Xaneqîn nêzî 2 hezar malbatên Ereb û Kurdên li Meqdadiye, Celawla û Sadiye pêk tên, ji ber zilma çeteyan û şerê di navber DAIŞ û hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de dest ji cih û warên xwe berdan û li wargehên penaberan bi cih bûne.
Ji destplêka şerê di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên arteşa Iraq û pêşmergeyên YNK’ê heya niha tenê li Xaneqîn nêzî 2 hezar malbatên Kurd û Ereb ên penaber bûne li wargehên penaberan hatine bicihkirin. Malbatên penaber bûne piraniya wan ji Bajarê Meqdadiye û gundên wê her wiha ji Celawla û Sadiye jî gelek kes hene. Malbatên ku li wargehên penaberan hatine bicihkirin, sedema penabertiya wan çalakvanê saziyên civaka sivîl Eyad Alî wiha bi lêv kir: “Ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê û mercên şer ew neçarî penabertiyê kirine.” Her wiha hat zanîn ku malbatên penaber bûne li 3 wargehan hatine bi cîh kirin. Li wargeha Aydin ku 10 km ji Xaneqîn ve dûr e, derdora 1400 malbat, li wargeha gundê Elyawa nêzî 100 malbat û li wargeha Bihar Taze ku dikeve başûrê Xaneqîn nêzî 600 malbat hene.
18 KES JI MALBATEKÊ HATIN SERJÊ KIRIN
Li wargeha penaberan a li gundê Elyawa hemwelatiyek Ereb ê bi navê Adil Ezîz El Cebûrî rewşa li Meqdadiye û gundên derdorê wiha bi lêv kir: “Tenê ji malbata min 18 kes li ser destê çeteyan hatine serjêkirin. Qey ev Mislimantî ye, te dîtiye kes li ser axa welatê xwe penaber bibe, Meqdadiye ji bo me bihuşta ser erdê ye.”
CUDAHÎ ŞERM E, RÛMETA MEZIN HEZKIRINA WELAT E
Adil ê êşa dilê xwe vedigot wiha dewam kir: “Cudahiyê dixin navbera me, dibêjin ev sunnî ye ev jî şîî ye, em hemû Misliman in ev cudahî şerm e. Li welatên dîtir ên Xiristiyan, Cihû û olên dîtir bi hev re dijîn, hezkirina welat ji bu wan esas e. Ma qey ev cudahî şerm nîne, ji bo me tişta herî bi rûmet hezkirina welat û axê ye. Binêre ma ez DAIŞ im.”
Dîsa hemwelatiyekî Ereb ku ji Tekrît li vê wargehê bi cih bûye wiha axifî: “Sibê heya êvarê bombardûman hebû, jiyana me di xeteriyê de bû, rewş gelekî aloz bû ji bo em jiyana xwe ya di nav du agiran de xilas bikin em reviyan vir.”
Her wiha hemwelatiyekî Kurd ku ji Sadiye hatibû jî wiha got: “Derfeta jiyanê nema, zilmeke mezin li mirovan kirin.”
YÊN PEREYÊN WAN NEBÛN AQUBETA WAN JÎ NE DIYAR E
Keçika ciwan a Kurd a bi navê Zehra ku tevî malbata xwe ji Celawla reviyane rewşa li wir, wiha bi lêv kir: “Piştî DAIŞ ket navendê, ji gelek kesan pere xwestin, ên ku perê wan nebûn ji holê winda dikirin, çi bi ser wan hat kes nizane.”
Zehraya ciwan axaftina xwe dewam kir û wiha pêde çû: “Piştî ferman hat dayîn da ku em warên xwe berdin, rojekê derdora saet 12.00’ ê nîvro, dema ku pevçûn di navbera hêzên DAIŞ û hêzên rizgarkirina Sadiyê de diqewimî me firsend dît û em ji wir hatin.”
Herî dawî li gor hin çavkaniyên herêmî hat zanîn ku çeteyên DAIŞ ên ji ber dorpêçê tengezarî dijiyan li Sadiye fermanek dane û wiha gotine: “Divê her kes me bipejîrîne, yên ku me destek neke em ê wan radestî dadgeha Şerîetê yên ku me ava kiriye bikin.” Dîsa hat zanîn, kesên ji tirsa jiyana xwe re ew destek kirine û qebûl kirine, berî çend rojan nêzî 50 kes ji wan bi çek kirine û ew di çeberên şer bi cih kirine.