Wezîrê Tirk Erdogan di wê gavê de derewand

Wezîrê Tirk Erdogan di wê gavê de derewand

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li gel Merkelê derket pêşberê çapemeniyê û îdîa kir ku tenê kesek di rojiya mirinê de ye û got: "Ew tenê şowê dikin". Lê di heman saetê de Wezîra Dadê ya Alman Schnarrenberger û Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn bi hev re hevdîtin pêk anîn û Ergîn got; ''Li gel me di 66 girtîgehan de 683 kes di greva birçîbûnê de ne.''

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li Berlînê bi protestoyekê hate pêşwazîkirin. Hevdîtina Erdogan û Merkelê bi qasî 1,5 saet berdewam kir. Piştî hevdîtinê her du Serokwezîr derketin pêşberê çapemeniyê. Erdogan destnîşan kir ku wana ji bo polîtîkayên Sûriyeyê ji Merkelê alîkarî xwestine û got; “Divê mijarê de pêwîstiya me bi desteka Almanyayê heye. Bi taybet têkiliyên bi Almanya, Rûsya û Çînê re di vê mijarê de girîng e.”

Erdogan da zanîn ku Merkelê soz daye ku ew êli dijî PKK’ê zêdetir alîkariyê bide û got; “Me divê mijarê de ferman ji wezîrên xwe re şand. Divê rêxistinek terorê ya piştgirî ji rojava (rojavayê cîhanê) digire tune be. Di vê mijarê de divê helwesta wan zelal be. Bi gelek welatan re lihevkirinên me yên ji bo radestkirina sucdaran heye. Em xwest ku gelek sucdar bên radestkirin.” Merkelê jî diyar kir ku ew amade ne ku di mijara PKK’ê de pişgiriyê bidin Tirkiyeyê.

DEREWA ERDOGAN A LI BERLÎN!,

Di dema civîna çapemeniyê de, nûçegihanê rojnameya Rûdawê Armanc Egîd Nêweyî pirsa “Em dibînin ku di mijara greva birçîbûnê de, mafên herî sereke têne binpêkirin. Gel ji bilî tundiyê alternatîfek we heye?” ji Erdogan pirsî. Erdogan dest bi derewan kir û got:

“Ez ji Almanyayê bang li cîhanê dikim: Li Tirkiyeyê tenê kesek di rojiya mirinê de heye. Rêxistinek terorê û partiyek siyasî ku ji wan re dibêjin bimirin heye. Yên ku dibêjin bimirin jî ew bi xwe kebab û goştê berxikan dixwin. Ez dîrokê jî bidim: 17’ê tîrmeha 2012, parlementerên û endamên rêxistina terorê li mala Ahmet Turk bi keyfxweşî goştê kebab û berxikan dixwarin.

Niha tu greva birçîbûnê filan tune ye. Evane hemû şow in. Ji nîva vana zêdetir jî bi daxwaznameyê aşkere kirin ku dest jê berdane. Ger di vê mijara tenduristiyê de tiştek derbikev, em dikarin mudaxele bikin. Evane çi daxwaz dikin, dixwazin serkêşê terorê serbest bê berdan. Meseleya me tenê meseleya birayên me yên Kurd e, meseleya 75 milyon e. “

WEZÎR ERGÎN ERDOGAN DEREWAND!

Saeta ku Erdogan li Berlînê diaxivî, Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn di hevdîtina bi Wezîra Dadê ya Alman Sabine Leutheusser-Schnarenberger re ya li Enqereyê pêk hat de Erdogan derewand. Ergîn bersiv da pirsek li ser rewşa dawî ya greva birçîbûnê û got: ''Li gel me di 66 girtîgehan de 683 kes di greva birçîbûnê de ne.''

Wezîrê Tirk diyar kir ku tu têkiliya greva birçîbûnê bi şert û mercên girtîgehan re tune yeû got: ''Daxwazên wan bi temamî dikarin di qadên siyasî de bên gotûbêjkirin. Ez li bendê me ku ev çalakî bi dawî bibin. ''

Mitînga protestoyî ya 300 metre ji cihê hevdîtinên Erdogan û Merkelê dûr cihek berfireh di çapemeniya Alman de cih girt. Ajansa nûçeyan a Alman DPA nûçeya mitînga komên penaberan bi wêneyê Erdogan ê vanpîr servîs kir. Malperên înternetê yên Alman jî gotin ''Erdogan hate Berlînê, lê nekarî têkeve Brandenburg Torê. ''