Wezareta Edaletê: Di tenduristiya Ocalan de rewşeke neyînî nîne
Wezareta Edaletê: Di tenduristiya Ocalan de rewşeke neyînî nîne
Wezareta Edaletê: Di tenduristiya Ocalan de rewşeke neyînî nîne
Wezareta Edaletê ya Tirkiyê da xuyakirin ku di rewşa tenduristiyê ya giştî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rewşeke neyînî nîne.
Wezareta Edaletê di daxuyaniya xwe de got, "Di 16'ê Tîrmeha sala 2013'an de, ji beşên cûda doktorên pispor muayene kirin û ragihandin ku di rewşa tenduristiyê ya giştî ya hikumxwar Abdullah Ocalan de, rewşeke neyînî nîne."
Wezareta Edaletê bersiv da daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê a li ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Edaletê de weha hat gotin:
* Xizmetên tendurisiyê yên li saziyên bicihanîna ceza de; ji aliyê doktorên Wezareta Tenduristiyê ve, ku di çarçoveya "Peymana Sêalî" ya navbera Wezaretên Edalet, Tenduristî û Wezareta Karên Hundur de, tê kirin.
* Xizmetên tenduristiyê yên li Saziya Bicihanîna Ceza ya Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê, ji aliyê karmendên tenduristiyê û doktorê malbatê ve, ku ji aliyê Muduriyeta Tenduristiyê ya Bûrsayê ve hatine wezîfedarkirin, bênavber tê meşandin.
* Hikumxwarên li vê saziyê, kengî dixwazin ji aliyê doktorên saziyên ve tên muayenekekirin, di rewşeke pêwîst de jî doktorên pispor ên ji aliyê Muduriyeta Tenduristiyê ya Bûrsayê ve, tên muayenekirin.
* Piştî van kontrolan eger pêwistî were dîtin û rewşeke pêwistî bi kontrol û muayeneke dorfireh li holê hebe, hemû hikumxwar radikin saziyeke tenduristiyê ya xwedî derfetên baş ên tenduristiyê.
* Ji bilî van, hemû Saziyên Bicihanîna Ceza yên Tirkiyê, ji kontrola netewî û navnetewî re vekirî ne. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê ya Ewropayê (CPT) ji 1'ê Sibata sala 1989'an û vir ve bi awayekî rêk û pêk girtîgehan kontrol dike û rewşa li girtîgehan dike rapor. Di vê çarçoveyê de, Saziya Bicihanîna Ceza ya Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê, di Hezîrana sala 2013'an de ji aliyê heyeteke CPT ve ku di nav de doktor jî hebûn, hatiye ziyaretkirin.
* Li gorî muayeneyên doktroê saziyê, daneyên heyetên CPT û kontrola doktorên pispor ên ji beşên cûda ku roja 16'ê Hezîrana sala 2013'an li Îmraliyê bûn, di tenduristiya giştî ya Abdullah Ocalan de rewşeke neyînî xuya nake.
* Tevî van daneyan; spekulasyonên li ser mijara tenduristiyê, wê bandoreke neyînî li ser pêvajoya çareseriyê bikin.