Wekîlên Swêdî: Tirkiye di rêya xelet de ne; divê piştgirî bê dayîna yên li ber xwe didin

Parlemeterê Partiya Moderat a partiya bira ya AKP’ê û Alîkarê Serokê Delegasyona AGÎF (Teşkîlata Yekîtiya Ewlekariya Ewropa) Cederfelt, diyar kir ku Tirkiye li ser rêya xelet e.

Li patext Stockholm a Swêdê, konferanseke bi sernavê ‘Tirkiye ber bi kû ve diçe?’ hate lidarxistin. Konferansa ku Rêxistina Efû’yê ya Navneteweyî organîze kir, din ava rêxistinê de endamên Koma Tirkiyeyê ya nû hate avkirin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn. Parlementerê Partiya Kar a Demokrat ê Sosyal a hevparê hikûmeta Swêdê û Serokê Koma Mafê Mirovan ê Parlementoyê Serkan Kose, Parlemeterê Partiya Xwezaparêz a hekarê biçûk ê hikûmetê Sefan Nîlsson û Parlemetera Partiya (Muhafazekar) Moderat a muxalîf Margerata Cederfelt jî weke qiseker beşdarî konferansê bû.

CEDERFELT: KESÊN KU ERÊNÎ BIBÎNE NÎNE

Cederfelt bibîr xist ku dema Erdogan di sala 2002’an de AKP ava kir û piştî ku hilbijartina giştî qezenç kir û şûnde soza pêşxitina demokrasî û mafê mirovan dabû. Cederfelt got: “Gelek partî û partiya min jî di nav de ji Erdogan bawer kiribûn. Bûyerên ku îro diqewimin dide nîşandan ku ne wisa bûye. Bûyerên diqewimin pir bi tirsin. Îro bûyerên ku li Tirkiyeyê rû din ti partî û sazî erênî nabînin”

KOSE: EM Ê PIŞTGIRIYA BI BERXWEDÊRAN RE BIDOMÎNIN

Parlementerê Partiya Karker a Demokrat a Sosyasl Serkan Kose, diyar kir ku hilbijartina di 1’ê Mijdara 2015’an de ne di nava pêvajoyeke azad de pêk hat, bêqanûnî pêk hatin. Erdogan piştî van hilbijartina gelek jîngehên welatiyan ên li Kurdistanê hilweşand, bi hezaran kes kuşt û gel neçarî koçkirinê kirin.

Kose bibîr xist ku Erdogan piştî hewldanan darbeyê li dijî muxalefetê êrîşên mezin dan destpêkirin û bi hezaran kedkarên civakî ji kar derxistin û bi sedan sazî û dezgehên cuda cuda hatin girtin.

‘LI DIJÎ ERDOGAN MUXALEFETEKÎ MEZIN HEYE’

Kose, destnîşan kir ku Erdogan ji bo ziyanê nede partiya xwe bi ser lingê siyasî ve neçû û got: “Ji ber ku di nav wan de wezîr û parlemeterên wî jî hene. Ji ber vê dengên ku aliyê siyasî radixe ber çavan bêdeng kir.

Kose bibîr xist ku hevserokên giştî yên HDP’ê jî di nav de 12 parlementer xistin girtîgehê û ev tişt got:

 “Erdogan di refandûmê de li bendê bû ku ji sedî 60-70’ê wê piştgiriyê bigire. Lê wisa nebû. Encama derketî web û ku muxalefetekî mezin li dijî Erdogan heye. Li welat hêzeke berxwedanê ya li dijî leşker, netewperestiyê heye. Gelek kes hene ku dixwazin ev rewş bên guhertin. Em bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimin ji nêz ve dişopînin û em ê bidomînin. Em ê piştgiriya xwe ya bi hêzên berxwedêr ên li Kurdistanê ku hêviyê ji bo pêşerojê dide avakirin bidomînin. Weke endameke yê Parlemetoya Swêdê piştgiriya xwe bidomînin.”

KESKAN: ERDOGAN WEKE DÎKTATORAN TEV DIGERE

Parlementerê Keskan ê Partiya Xwezaparêz a hevkarê hikûmetê Stefan Nîlsson jî diyar kir ku piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona sala 1980’an û şûn ve bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimin ji nêz ve dişopînin, bi taybet bûyerên nava salên dawî de rû didin pir bi fikar û metirsîdarin. Nîlsson têkildarî Erdogan û AKP’ê de wiha got:

“Erdogan weke dîktatoran tev digere. Piştî îlana Rewşa Awarte biryarên bi Biryarnameya di Bi Hukmê Qanûnê de derxistîn piraniya wê li derveyî Destûra Bingehîn û destûrên navneteweyî ne. Bi hezaran kes bi hincetên cuda cuda ji kar derxistin. Nêzî 50 hezar kes bê ku bên darezandin hatin girtin. Girtina rojnamevana ya li Tirkiyeyê di cîhanê de rêza yekem de ye. Gelek dezgehên çapemeniyê yên muxalîfan hatin girtin.

Nîlsoon destnîşan kiir ku Swêd ji bûyerên ku li Tirkiyeyê rû didin bi fikar in û got: Divê li dijî van kiryaran hewldaneke bi biryar hebe. Her wiha Swîsre piştgiriyê dide civaka sivîl û dezgehên çapemeniyê. Divê em hê zêde destekê bidin.”