BDP’ê ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku 59 roj in berdewam dike, planek a çalakiyan derxist. Wekîlên BDP’ê dê civînek çapemeniyê li dar bixin û dest bi greva birçîbûnê bikin.
Xemsarî û bêdengiya hukûmeta AKP’ê ya li hemberî greva birçîbûnê ya ku ket roja 59’emîn, berdewam dike. BDP’ê di plana xwe ya çalakiyê amade kir û got; “Tu tehemûla me tune ye ku em saniyeyekê jî wenda bikin.”BDP dê bi mitîngên girseyî li girtiyan xwedî derbikevin û ji 11’yê mijdarê jî dê bimeşin bi girseyî bimeşin ber girtîgehan. Heman êvarê bi dirûşima “Jiyana wan tarî nekin” dê ronahî bên vemirandin.
Dê li hemû navendên ku rêxistina BDP’ê lê heye mitîng, meş û çalakiyên din ên demokratîk bên lidarxisitn û dê li gel van çalakiyan jî parlementerên BDP’ê jî dê di nava çalakiyan de bin.
Navenda Giştî ya BDP’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku dê sibê li Amedê biryara greva birçîbûnê ya ku dê ji aliyê parlementerê ve bê destpêkirin, bi civîneke çapemeniyê bê aşkerekirin.
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û parlementerên BDP’yî jî dê sibê saet di 11.00 de li avahiya BDP’ê ya Amedê ku dê greva birçîbûnê lê bê destpêkirin, civîneke çapemeniyê li dar bixin. Tê payin ku piştî vê civînê parlementerên BDP’ê dest bi greva birçîbûnê bikin.
AYNA Û UÇER DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDEM Û DORVENEGER DE NE
Her wiha, endamên Koordînasyoan KCD’ê Parlementera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna û Parlementerê wanê Ozdal Uçer jî ji duh ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirine.