'Wê rojê Erdogan jî bihata, em dê hatibana ser wê riyê'

'Wê rojê Erdogan jî bihata, em dê hatibana ser wê riyê'

Dadgeha Tirk ji ber rasthevhatina gerîlayana û parlementerên BDP’ê ji bo betalkirina mafê destnedana parlementeran fezleke amade kir. Fermandarê wê yekîneya gerîlayan a ku wê demê rê kontrol kir, behsa wê çalakiya kontrolkirina rê kir. Fermandarê yekîneyê Ciwan Bedlîs diyar kir ku wana rojane li wê herêmê rê kontrol dikir û bi awayeke tesaduf li rastî parlementerên BDP’ê hatine. Gerîla Ciwan Bedlîs got; “Ew bi rojan bû me li herêmê rê kontrol dikir. Em wê rojê dît ku karwanek tê û em daketin jêr. Me ev yek berê plan nekiribû. Ger wê rojê Erdogan bihata, serfermandarê artêşa Tirk bihata an jî Kiliçdaroglû jî bihata em dê biçûna ser wê rêyê.”

Hêzên Parastina Gel (HPG) ji 23’yê tîrmehê ve li Bakûrê Kurdistanê “Tevgera Şoreşgerî” dan destpêkirin. Ji ber ku gerîlayan parlementerên BDP’ê di rê de li rastî kontrola gerîlayan hatin, dadgehên Tirk ji bo rakirina mafê destnedanê ya parlementerên BDP’ê fezleke amade kir. Gelo ev kontrola rê çawa çêbû?

Rayedarên hukûmet û dewleta Tirk , her wiha çapemeniya Tirk vê yekê weke “hevdîtina bi plan” bi nav kirin. Fermandarê wê yekîneya gerîlayan a ku rê kontrol kir, Ciwan Bedlîs ji me re der barê mijdarê de axivî.

TESADUF BÛ

Ciwan bi bîr xist ku gerîlayan li herêmên Şemzînan, Çelê û Geverê her roj rê kontrol dikirin û got ku ew bi tesaduf li rastî heyeta parlementerên BDP’ê hatin û ev agahî da: “Bi rojan bû me li vir rê kontrol dikir. Me wê rojê dît ku karwanek wesayitan hat û em daketin ser rê. Ev yek nehatibû plankirin. Ger wê rojê Erdogan bihata, serfermandarê artêşa Tirk bihata an jî Kiliçdaroglû jî bihata em dê biçûna ser wê rêyê.” Ciwan da zanîn ku karwana BDP’yiyan ketiye kontrola rûtîn a rojane û diyar kir ku gel li wir zarokên xwe yên gerîla dîtin.

Ciwan Bedlîs der barê vê bûyerê de got: “Me jixwe her roj li wan deveran rê kontrol dikir. Em wê rojê ji ber hin xebatan daneketin ser rê. Lê em li cihek nêzîk bûn. Piştî ku me dît ku karwanek mezin tê, me nezanî ji bo çi hatiye,me jî got dibe ku careke din dijmin bi wesayîtên sivîl erzaqê ji qereqolên di dorpêça gerîlayan de bûn re bibin. Bi rastî gava me jî parlementeran dît me jî matmayî bûn.”

GER DIBÊJIN BI PLAN E, BILA DELÎLAN AŞKERE BIKIN!

Bedlîs daxuyaniyên rayedarên Tirk ên der barê hembêzkirina gerîlayan de jî derewand û diyar kir ku ev yek nehatiye plankirin. Bedlîs got; “Ger delîlek wan hebe bila aşkere bikin” û wiha domand: “Gelê me derewên Erdogan û hukûmeta AKP’ê baş dizanin. Erdogan di derewkirinê de bûye pispor. Ev bûyera ku qewemî serweriya me ya li ser herêmê nîşan da û hemû cîhan vê yekê dît.”

EM NE LI BENDA TIŞTEK WISA BÛN

Beldîs bal kişand ser kêliya hembêzkirinê û diyar kir ku ew ne li benda tiştek wisa bûn û got: “Çapemeniya Tirk herî zêde kêliya hembêzkirinê anî rojevê. dibêjin çima parelementerên ku vî gelî wan hilbijartine jî weke me ji zarokên xwe re nabêjin “terorîst”. Dibêjin bila ev gel nefretê ji zarokên xwe bikin. Dibêjin bila ji zarokên xwe re bêjin ‘terorîst’. Lê gel jî û parlementerê vî gelî ji ber vê kêliyê hestyar bûn. Gel li vir zarokên xwe hembêz kir. Bi sedan mirovan gerîlayan hembêz kir. Ma çi bûye? Ma her kesê li wir sucdar bûn? Li vir tu sucek tune ye.”

KONTROLÊN RÊ ÇIMA GIRÎNG IN?

Gerîla Ciwan Bedlîs da zanîn ku kontrolên rê girîng in û wiha domand: “Li ser xeta sînor gelek qereqolên artêşa Tirk hene. Ji bo em têkiliya van qereqolan bi navendan re qut bikin, em li gel destpêkirina tevgera şoreşgerî dest bi kontrola rê kir. Ji ber vê jî têkiliya qereqolan bi navendan re qût bûn. Ne ji hewayê ve ne ji erdê ve çûnûhatina van qereqolan çênebû. Hatibûn dorpêçkirin. Li gorî agahiyên me dawî bihîstin, ev qereqola bi pirsgirêkên cidî yên xwarinê re rû bi rû man. Heta em dizanin ji gundên derdorê rûhn xwestine. Yanî ev qas bê çare bûn. Bi pirsgirêka birçîbûnê re rû bi rû mabûn.”