Wan wê di 1'ê Mijdarê de ji bo Kobanê bimeşe

Wan wê di 1'ê Mijdarê de ji bo Kobanê bimeşe

Li Wanê, di 1'ê Mijdarê de wê ji bo Kobanê meşek bê lidarxistin. Serokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Harûn Okay bang li gelê Wanê kir ku beşdarî meşa xwedîderketina li berxwedana Kobanê bibe.

Li Wanê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, wê roja Şemiyê meşek bê lidarxistin. Der barê meşê de li avahiya DBP'ê ya Wanê bi beşdariya Serokê Rêxistina HDP a Wanê Harûn Okay, Alîkarê Serokê Rêxistina DBP a Wanê Atîlla Kûmlî, Hevşaredara Îpekyolû Aygul Bîdav, Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetîn û rêveberên DBP'ê yên Navçeyê, civînek çapemeniyê hat lidarxistin.

Serokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Harûn Okay daxuyanî da û diyar kir ku ji Arjantîn heta Hîndîstan, ji Ekvator heta Îtalyayê gelek rewşenbîran bi şiyara "Ji bo Mirovahiyê ji bo Kobanê" 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirine û banga çalakiyê kirin. 

Okay diyar da xuyakirin ku ew ê di 1'ê Mijarê roja Şemiyê saet di 13:00 de li xaçerêya hala zebzeyan bicivin û ber bi parka Feqiyê Teyran bimeşin. Okay bang li gel kir ku ji bo xwedîderketina li Kobanê beşdarî meşê bibe.