Waliyê Stenbolê Mûtlû kombûna Stenbolê qedexe kir!

Waliyê Stenbolê Mûtlû kombûna Stenbolê qedexe kir!

Tê payîn li ser banga Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re îro danê êvarê bi dehhezaran kes li Parka Gezî li hev kom bibin. Lê belê Waliyê Stenbolê Mûtlû daxuyaniyek da û ev kombûn "qedexe" kir.

Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re dabû xuyakirin ku ewê îro saet di 19.00'an de bi armanca şermezarkirina dijwariya polîsan û bîranîna kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Geziyê li hev kom bibin.

Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû beriya çalakiyê daxuyaniyek da û got, "Kombûna li Taksîmê ne huqûqî ye, em nikarin destûra vê yekê bidin."

Mûtlû daxuyaniyek da rojnamevanan û got, "Ji Walîtiyê daxwaza destûrê nehatiye kirin. Li cihekî ku min destûra wê nedaye, ezê rê nedim kombûn çê bibe. Emê destûrê nedin vê kombûnê."