Vîtamîna B nadin Erbey û nameyên wî tên desteserkirin

Vîtamîna B nadin Erbey û nameyên wî tên desteserkirin

Girtiyên ji doza PKK’ê Mehmet Erbey ku ev 28 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ye, vîtamînên B ji bo wî nayê dayîn û nameyê ji bo wî tên şandin jî tên desteserkirin. Meryem Erbey ku bi kurê xwe re hevdîtina servekirî pêk anî, diyar kir ku vîtamîna B 1 û dermanên pêwist nadin kurê wê.

Gotinên Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Recep Akdag yên weke her roj dermanan didin girtiyan û di bin kontrolê de derbas dibin, bi nûçeyeke din ya ji girtîgehê hat dîsa derew hate derxistin. Hate hînbûn ku girtiyê ji doza PKK’ê Mehmet Erbey yê ku li girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê dimîne ev 28 roje di grevê de ye û vîtamîna B nadinê û nameyên ji bo wî jî tên desteserkirin.

ROJ BI ROJ DIHELE

Dayika Erbey, Meryem Erbey ku dayika aştiyê ye serî li ÎHD’a Mersînê da û wiha got: “Kurê min ev 28 roje di grevê de ye. Dema min pê re hevdîtin pêk anîn ji min re got; ‘dermanan nadin me, vîtamînan nadin me, nameyên ku hûn ji me re dişînin jî nadin. Nameyên ku em dişînin jî desteser dikin. Ji ber ku vîtamînan nadin kurê min roj bi roj dihele.”

Dayika Erbey got ku rewşa kurê wê her diçe xera dibe û diyar kir ji rewşeke neyînî rayedarên hikûmetê berpirsyar in.

Mehmet Erbey ku malbata wî ji ber zextên dewleta Tirk ji gundê xwe yê li Sêrtê koçber bûn du birayên wî di nava gerîlayan e û du jî şehîd ketine û du jî di girtîgehê de ne.