Uveyş Ocalan li Amarayê li ser gora xwe hat bîranîn

Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di salvegera 30’emîn a wefata xwe de li Amarayê li ser gora xwe hat bîranîn.

Ji bo dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan li goristana Taxa Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Xizmên Uveyş Ocalan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Xelfetiyê û Dayikên Aştiyê beşdarî bîranînê bûn.

Hevseroka HDP'ê ya navçeya Xalfetî Fatma Korkûz axaftineke kurt kir û got, "Dayik bi serê xwe dîrokek e. Wê Abdullah Ocalan anî dinyayê û bû wesîleya afirandina têkoşîna gelê Kurd.”

Piştî axaftinê jinan qurnefîl danîn ser gorê.