UNAMÎ di derbarê êrişa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê de li ser hesabê xwe yê Twîtter peyamek belavkir.
Di peyamê de tê gotin “Em ji ber şerê li Şengalê û bandora wê ya xirab a li ser welatiyên sivîl gelek bi fikarin. Pêwîste ewlehî û aramiya Şengalê di ser her tiştekî re be. Wan di dema borî de gelek êş û zehmetî jiyan kirine. Ew hêjayê aştiyê ne bi saya desthilata dewletê. Têkderên navxweyî û derve cihê wan li Şengalê nabe.”
Artêşa hikumeta Mistefa Kazimî ji bo dagikirina Şengalê, danê siharê êrişek berfireh da destpêkirin. Êriş hîn jî dewam dike, xelkê Şengalê bi hêzên xwe yên parastinê re li berxwe didin.