Turkalî: Serokwezîr tu dê bêjî wijdana min nîne?

Turkalî: Serokwezîr tu dê bêjî wijdana min nîne?

Nivîskar Vedat Turkalî bi belavokekê bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan kir û diyar kir ku divê wijdana her mirovek hebe û got; “Bibexşînin, ger em di dawiyê de neçar bimînin û bêjin; Serokwezîr ma tu dê bêjî wijdana min tune ye?”

Hunermend, helbestvan, nivîskarên bi banga nivîskar Vedat Turkalî li Qada Taksîmê ya Stenbolê çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Turkalî ji ber pirsgirêkên tenduristî nekarî bi xwe tevlî çalakiyê bibe, daxuyaniyê bi deng şand û li wir hate guhdarkirin.

Belavok ji aliyê Murathan Mungan, Orhan Alkaya, Nur Surer, Redd, BGST Kardeş Turkuler, Aytaç Arman, Altan Erkeklî, Kazım Oz, Huseyîn Karabey, Ayfer Duzdaş, Ferhat Tunç, Yusuf Çetin, Fusun Demirel, Semir Aslanyürek, Kenan Bal, Funda Şirinkal, Şebnem Sonmez, Erdal Ceviz, Senar Turgut, Erkan Can, Menderes Samancılar, Serdal Genç ve hatin îmzekirin.

Turkalî di daxuyaniyê de bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku ketiye roja roja 51’emîn û got; “Ger Kurd dest ji çekan berde, dest bi rêbazên demokratîk bike dê pirsgirêka Kurd çareser bibe” û bal kişand ser van xalan:Gelo kî dê ji vê derewa desthilatiya ku bi hincetên pûç BDP’ya bi desteka gel benda hilbijartinê ya ji sedî 10 ya li dijî demokrasiyê derbaz kir û nêzî çil parlementeran pet Meclîsê, tune dihesibîne, bawer bike?”

Turkalî diyar kir; “Destehilatiya ku mafê fêrbûna zimanê zikmakî yê gelê Kurd bi hefteyê du saetan sînordar dike, mafê parastina bi zimanê zikmakî qedexe dike, dê jî ji gotinên wê yên di vê mijarê de bawer bike? Û wiha domand; “

Tenê kesek ku dikare çalakiyên çekdarî yên li Qendîlê rawestîne heye, ew jî Birêz Ocalan ê ku zêdetirê 1,5 sal e di tecrîdê de tê ragirtine e. Divê neyê jibîrkirin ku beriya çend salan gelek ciwanên Kurd xwe ji bû şewitandin û ger ji ber wî bûna, dê gelek ên din jî xwe bişewitandiba. Ev zêdetirê salek e nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin ê pêk bîne. Desthilatiyake ya li ser xeta MHP’ê çawa dikare behsa demokrasiyê bike?

Nivîskar Vedat bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan kir û diyar kir ku divê wijdana her mirovek hebe û got; “Bibexşînin, ger em di dawiyê de neçar bimînin û bêjin; Serokwezîr ma tu dê bêjî wijdana min tune ye?”