TTB’ê serdana HDP’ê kir

TTB’ê serdana HDP’ê kir û got: “Li çi cihê mirov lê bin, em lê ne, li kû pirsgirêk hebin em ê gotina xwe bibêjin.“

Serokê 2’yemîn ê Konseya Navenda TTB’ê Alî Îhsan Okten û Sekreterê Giştî Vedat Bûlût, çûn serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Hevserokê Giştî Mîthat Sancar, alîkarên hevserokên giştî Ozlem Gunduz û Mahfûz Guleryuz û Endama Meclîsa Partiyê Leman Kîraz, şande pêşwazî kir.

Serokê 2’yemîn ê Konseya Navenda TTB’ê Alî Îhsan Okten diyar kir ku ew, têkildarê zextên demên dawîn ên desthilatdariyê yên bi ser TTB’ê de, serdana hemû partiyên siyasî dikin û ev tişt gotin: “Mamoste Şebnem, ji ber daxuyaniyekê niha girtî ye. TTB’ê dikin armanc. Ji ber polîtîkayên xwe yên cuda yên di der barê tenduristiyê de û anî ziman ku bi polîtîkaya veguherîna tenduristiyê tenduristî nebaş bûye û ji ber got ku şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e doz û lêpirsîn li serok û endamên Konseya Navendî hatin kirin. Hêviya me ew e ku pêvajoya destgîrkirin û girtina nehiqûqî ya Mamoste Şebnemê demildest bi dawî bibe. Em Konseya Navenda TTB’ê, li ser karê xwe ne, bi heman awayî li xebata xwe dewam dikin. Em hêvî dikin ku hemû civak hay ji heqîqet û rastiyê çêbibe.“

‘PÊDIVIYA BI PIŞTEVANIYÊ ZÊDE YE’

Mîthat Sancar jî bertek nîşanê êrîşên berpêyî TTB’ê da û wiha axivî: “Me hay ji pêvajoyê ji nêz ve heye. Êrîşên li dijî TTB’ê ne hewam wisa birasthatinî ne. Ev ne cara yekemîn e li TTB’ê wiha dikin. TTB’ê, mafên mirovan, jiyan û demokrasiyê ji xwe re kirine esas. Mamoste Şebnem, bi berpirsyariya bipêjdebirin vê kevneşopiyê tevdigere, zanyareke hêja ya rêzdar e û xebata xwe bi vê hişmendiyê dike. Zêdekirina piştevaniyê jî berpirsyariya me ye. Banga me li hemû aliyên mafparêz, edaletxwaz û demokrasîxwaz ew e ku li ber vê polîtîkayê raibibin.“