TOMA têrê nekir, dest bi kêr daketin meydanê

TOMA têrê nekir, dest bi kêr daketin meydanê

Xwepêşandêrên li ser banga Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re ji bo Parka Gezî çalakî pêk dianî, li Talîmhaneyê rastî êrîşa mirovên dest bi kêr, rast hatin. Di encama êrîşê de jinek ji stuyê xwe birîndar bû û bûyer rê li ber nerazîbûneke mezin vekir.

Welatiyên ji saetên êvarê û pê ve li Qada Taksîmê li hev dibin, rastî bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk ên polîsan rast hatin. Li gel êrîşa polîsan, "hevkarên wan ên sivîl" jî li dijî xwepêşandêran di nava tevgerê de bûn. Li Talîmhaneyê, hin kesên di dest de ço û kêr hebûn, êrîşî xwepêşandêrên ji polîsan direviyan kirin. Ji ber êrîşa kesên bi kêr de, jinek birîndar bû.

Di dîmenên li cihê bûyerê de xuya dike ku, kesekî di dest de kêr hebû êrîşî xwepêşandêran dike, bi kêrê li pişta jinekê dixe û dûre pihêna lê dixe. Polîsên hatin cihê bûyerê jî bi ew kesê di dest de kêr hebû diaxive û dest li kesên di dest de ço hene, wernadin.

Piştî ku vê êrîşê dengekî mezin veda, Waliyê Stenbolê Huseyin Avnî Mûtlû bi daxuyaniyekê îddîa kir ku du kesên bi kêran êrîş kirine hatine binçavkirin û di dema destwerdanê de polîsek ji aliyê wan kesên dest bi kêr ve birîndar bûye. Çavkaniyên Tirk îddîa kirin ku yê êrîş kiriye, dikandareke.

Ji destpêkirina çalakiyên Parka Gezî û vir ve, timî komên bi ço yên alîgirên deshilatdariyê bi polîsan re êrîşî xwepêşandêran kirin û ev yek li hin cihan bû sedema birîndarbûnên ciddî. Tê gotin, ev çeteyên mijara gotinê bi taybetî li Stenbol û Îzmîrê ji aliyê polîsan ve tê rêxistinkirin û li dijî xwepêşandêran ve tên bikaranîn.

DEZENFORMASYONA BDP'YIYÊN BI KÊR

Piştî êrîşa bi kêran, malpereke nûçeyan a nêzî AKP'ê tê naskirin, agahî stard nivîskara Milliyetê Mehveş Evîn û îddîa kir ku êrîşkar BDP'yiyên deng nedane AKP'ê ne. Evîn da xuyakirin ku ev agahî teqez şaş e, wê daxuyaniyeke bi vî rengî ti carî nedaye. Li gel vê daxuyaniya Evîn jî, balkêşe ku malperê ev nûçeya xwe sererast nekiriye.

TERORA POLÎSAN HETA DERENGIYA ŞEVÊ DEWAM KIR

Di navbera bi hezaran kesên li ser banga Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re hatin cem hev û polîsan de heta derengiya şevê pevçûnan dewam kirin. Polîsan bi TOMA, bombeYên gazê û akrepan dor li kolana Îstîklalê û Siraselvîlerê girtin û êrîşî girseyê kirin. Gelek kesên li dijî vê zilmê derketin jî, hatin binçavkirin.

Ekîbên taybet ên polîsan li kolana Îstîklalê, polîsan ji nêz ve bombeyên gazê avêt xwepêşandêran û ji ber vê yekê gelek mirov birîndar bûn. Li nava kolanan jî maşînên zirxî akrep ên derketin nêçira mirovan, guleyên plastîk bi ser wan de reşandin. Ji ber guleyên plastîk ên polîsan, çavê kesekî din rijiya. Tevî êrîşa polîsan jî girseya gel kolana Îstîklalê ne terikand û ji bo bandora bombeyên gazê bişkîne, agir vêxistin. Gelek mirovên li dijî êrîş û destwerdana polîsan derketin bi lêdanê hatin binçavkirin. Pevçûnan heta saet 02.30 dewam kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşan de herî kêm 60 kes hatine binçavkirin.

JI NÛ VE TAKSÎM

Ji aliyê din ve Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re da xuyakirin ku ewê îro ji nû ve li Qada Taksîmê hev kom bibin û ber bi Parka Geziyê ve bimeşin. Li dû êrîşa polîsan hat ragihandin ku Parka Gezî wê îro ji gel re vebe. Polîsan ji duh bi şev û vir ve li derdora Parkê bicih bûne.