Tirkiye di lîsteya reş a sendîkvanan de ye

Tirkiye di lîsteya reş a sendîkvanan de ye

Rêxistina Xebatê ya Cîhanê ji ber ku guh nedida qûralên sendîkavaniyê, Tirkiyeyê xist lîsteya reş. Niha jî ji ber binpêkirina mafên sendîkavan û yasayn Tirkiye ket lîsteya “Welatên di Xeteriyê de.”

Desteya Giştî ya Konferansa Sendîkvanên aNavneteweyî (ITUC) Tirkiyeyê ji ber binpêkirina yasa û binpêkirinên mafan xist lîsteya “Welatên di Xeteriyê de.”

Li gorî daxuyaniya ji aliyê DÎSK’ê ve hate dayin, tevî yên DYA, Kaneda, Almanya, Belçîka, Holanda, Japonya, Koreya Başûr û Filistînê, gelek sendîkayên cîhanê bang li bang li Gul kirin ku yasaya ku li dijî Peymana ILO’yê ye û dê gelek karkeran mexdûr bike, veto bike.

Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayê n Swêdê (LO) Karl-Petter Thorwaldsson, nameyek ji Gul re şand û û bi bîr xist ku Tirkiye gelek caran ji aliyê ILO ve hatiye rexnekirin û divê mafên karkerên ku feydeyek mezin didin pêşketina aboriya Tirkiyeyê neyên astengkirin.