Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin
Tifaqa Ked û Azadiyê metna helwest û mûtabakat a derbarê hilbijartinê eşkere kir. Tifaqê diyar kir wê Partiya Çep a Kesk li 81 bajaran têkeve hilbijartinê.
Tifaqa Ked û Azadiyê metna helwest û mûtabakat a derbarê hilbijartinê eşkere kir. Tifaqê diyar kir wê Partiya Çep a Kesk li 81 bajaran têkeve hilbijartinê.
Tifaqa Ked û Azadiyê, helwesta xwe ya têkildarî hilbijartinê û metna mûtabakatê bi civîneke çapemeniyê li avahiya Yekitiya Mulkiyeyiyan a li Enqereyê eşkere kir. Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Karkeran (EHP) Hakan Ozturk, ji Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Erdal Ataş, endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca û Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz ên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin beşdarî civînê bûn.
Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin metn eşkere kir.
Akin, anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê weke hilbijartina Serokkomariyê, hilbijartina parlamenteriyê de jî armanc dike ku rejîma yekzilamî bi dawî bike û wiha got: “Tifaqa me ya avakirina pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê armanc dike wê ji hilbijartinan piştgiriyeke mezin a gel bigire, ji aliyê kedê, aştiyê, demokrasiyê ve nûnertiya Meclisê ya bi hêz bi dest bixe.”
PARTIYA ÇEP A KESK WÊ LI 81 BAJARAN TÊKEVE HILBIJARTINÊ
Akin, destnîşan kir ku EHP, EMEP, HDP, SMF û TOP a di nava tifaqê de cih digirin wê li 81 bajaran ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk bi awayekî hevkar bikevin hilbijartinê, TÎP jî wê li 49 bajar û 52 herêmên hilbijartinê bi logoya xwe bikevê û li hemû bajarên din wê piştgiriya Partiya Çep a Kesk bike.
Akin, mitebaqata tifaqê ya têkildarî hilbijartinan wiha aşkere kir: “Hemû herêmên hilbijartinê yek bi yek hatine lêkolînkirin, parlamenterên ku HDP’ê di demên borî de qezenckirine berçav hatine wergirtin, hem ji aliyê deng hem jî ji aliyê parlamenteran ve qezenckirin hatiye armanckirin. Di encama van nirxandinan de em dixwazin ji we re ragihînin ku rêbazek li ser li hev hatiye kirin ku armanca zêdekirina hejmara parlamenteran bibe rastiyek. Bi vê encama hevpar re em weke Tifaqa Ked û Azadiyê gihiştine hev û mutebaqata hevpar a hilbijartinê ku me bi we re parve kiriye, ji bo meşandina kampanyayeke xurt a hilbijartinê me xebatên xwe gihandine qonaxeke nû.
Em di wê baweriyê de ne ku ev biryara me wê xizmetê ji gelên bindest, kedkar, karker, jin, ciwan û hemû beşên gelan re bike, bi hemû pêkhateyên wê re wê Tifaqa Ked û Azadiyê di hilbijartinan de ser bikeve. Bila ji hemû karker, kedkar, jin, ciwan û gelên me re li ser xêre be. Em ê bi hev re qezenc bikiln. Gel wê qezenc bikin.”