Tifaqa Ked û Azadiyê di pûsûlaya dengan de di rêza 9’an de ye
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ji bo pûsûlaya hilbijartinê peşk kişand. Wê Tifaqa Ked û Azadiyê di pûsûlaya dengan de di rêza 9’an de cih bigire.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ji bo pûsûlaya hilbijartinê peşk kişand. Wê Tifaqa Ked û Azadiyê di pûsûlaya dengan de di rêza 9’an de cih bigire.
Li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de bi kişandina peşkê ya ku partî wê li ser pisûleya di rêza çendan de bin, hate diyarkirin. Li gorî peşkên nûnerên partiyan kişandin Tifaqa Ked û Azadiyê ku wê Partiya Çepên Kesk û Partiya Karkerên Tirkiyeyê di bin heman sîwanê bikevin hilbijartinê û di rêza 9’emîn de cih girtin.