Keça Kurd a 11 salî Şehrîban Kisa ku li Ewropayê dijî, kaxizên îmzeyan dide destê kurdan û dixwaze jib o azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyan berhev bikin. Şehrîban Kisa heta niha bi tena serê xwe 700 îmze kom kir.
Şehrîbana 11 salî ku li bajarê Freîburg ya Almanyayê dijî van rojan çalakiyek mînak pêk tîne. Li kargeha bavê xwe, kolan, dibistan, li bazarê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyan berhev dike.
Ev meheke bi tena serê xwe 700 îmze kom kir û bi taybet jî hewl dide ji almanan îmzeyan bigire. Sedema vê jî wiha vedibêje: ‘ji xwe kurd îmzeyan didin.’
Şehrîban ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û diyar dike ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wê gelek girîng e û wiha got: “Ger serokatiya me azad bibe, wê demê dê dayik û bavê min, hemû kurd, gerîla dê kêfxweş bibin. Hem ji bo kurdan têkoşiya û niha jî wî ji me vedişêrin. Niha divê em ji bo wî bixebitin. Lê mixabin di destê her kurdekî de kaxizên îmzeyan tune ye. Çima her kes van kaxizan nade destê zarokên xwe. Her kes dibê ‘bijî’ lê naxebite.
ROJÊ 2-3 SAETAN DIXEBITE
Şehrîbana ku sedem dipirse û hewl dide bersivan bibîne wiha dibêje: “Alman carna dibêjin hun çima îmzeyan berhev dikn. Dibêjin Oaclan kî ye. Azadiya Ocalan çima te eleqeder dike. Dibêjin ev karê mezinan e. Ez jî dibêjim kurd ji Ocalan hez dikin. Ocalan ji bo kurdan têkoşiya. Ez dibêjim niha wî li giravekî radigirin, kes nikare biçe cem wî. Ez rojê 2-3 saetan dixebitim. Van rojan hewa sar bûye. Dayik û bavê min ji ber sermanyê dema min bi sînor kirine. Ma mirov sermayê qet difirkin. Wê demê bila gerîla zivistanê dernekeve derve. Wê demê ji bo xebatê em li bende havînê bin.”
BAŞ NAXEBITIN
Şehrîbanê da zanîn ku greva birçîbûnê bandork mezin li ser wê kiriye û diyar kir ku ew der barê grevê de jî agahiyan dide almanan. Şehrîbanê wiha got: “Lê de destê min de kaxizeke ku rewşa serokatiyê lis er nivîsandî heye û ne jî pirtûkek biçûk ya xeyalên hevalên di grevê de ye heye. Ma wisa dibe hevalno? Ev birayên me, mamên me çima naxeibitin. Ez ê vana rojekê ji serokatiyê re bêjim. Dibêjin nebêje lê ez dê bêjim welehî. Bila ji min re bişînin ez dê îmzeyan kom bikim. Divê di destê her kurdekî Ewropayê de kaxizên îmzeyê hebin. Ev ne tiştekî zehmet e. Kesê ji seroktiya xwe hez dikin bila îmzeyan berhev bikin. Bila kurd rojekê bên komeleyê û bila wê rojê nan nexwin. Bila bibînin ku birçîbûn çi ye. Ez jî têm û naxwim. Gotina ‘Bijî’ xwarin xwarin ne baş e. “