Tecrîd li Rûsyayê hate şermezarkirin
Kurdên li Rûsyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Kurdên li Rûsyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Kurdên li Rûsyayê û Civaka Dewletên Yekbûyî, têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek li dar xistin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Moskowayê Rafîkê Kamil daxuyanî da.
Kamil diyar kir ku wê tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nekin û pêngava "Dem dema azadiyê ye" silav kir.
Kamil nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî ya cîhanê da û got, "Rêxistinên mafên mirovan, saziyên ku xwe weke parêzvanên maf û hiqûqê pênase dikin, divê dest ji polîtîkayên xwe yên durû berdin."
Kamil diyar kir ku li her derê êriş li ser Kurdan tê kirin, qetilkirina Hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel bi bîr xist û nerazîbûn nîşanî xiyaneta PDK'ê da.