Tê xwestin lêpirsîn bê reşkirin
Baro û ÎHD'ê diyar kirin ku Onur Gencer ê Denîz Poyraz qetil kir dewlet li pişt xwe hîs kiriye û gotin, "Dixwazin lêpirsînê reş bikin."
Baro û ÎHD'ê diyar kirin ku Onur Gencer ê Denîz Poyraz qetil kir dewlet li pişt xwe hîs kiriye û gotin, "Dixwazin lêpirsînê reş bikin."
Di daxuyanîya ku piştî doza ku derbarê kujer Onur Gencer de hat vekirin de, hat diyarkirin ku ji bo dosya bê reş kirin hewl tê dayîn û wiha hat gotin: "Ev qatil pişta xwe daye kîjan dîwarî divê kerpîça pêş bê rakirin û dîwar bê hilweşandin."
Piştî 3'yemîn danişîna doza Onur Gencer ê ku di 17'ê Hezîrana 2021'an de Denîz Poyraz li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê qetil kir, Li ber Edliyeya Bayraklî ya Îzmîrê daxuyanî hat dayîn.
Malbata Denîz Poyraz, Alîkarê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Olûç, wekîlên HDP'ê, Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Birdal, serokên baroyên Wan, Amed, Sêrt, Çewlik, Rihayê, rêxistinên girseya demokratîk, sendîka, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên jinan û gelek kes ji parêzgehan beşdarî daxuyaniyê bûn.
‘LÊPIRSÎN TÊ REŞKIRIN’
Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel bertek nîşanî redkirina belgeya destûrnameyê da. Yucel diyar kir ku ji destpêkê ve hewl tê dayîn lêpirsîn bê veşartin û dadgeh jî vê yekê didomîne. Yucel got, "Daxwazên me ji dadgehê hebûn. Lê hatin redkirin. Me jî serî li redkirina dadgeran da."
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku weke baro ji roja destpêkê ve dozê dişopînin û got, “Em dizanin ku ev cînayet ne cînayetek asayî ye, qirkirineke siyasî ye. Em dizanin ku êrîşek ku dibe sedema kaosê hebû. Me jê xwest ku em qeyd bikin ku em dixwazin dozê bişopînin. Ev jî hat redkirin, em wisa difikirin ku ev komîte nikare bi awayekî bêalî rûniştinê bi rê ve bibe û giraniya xwe hilgire. Heta ku hêzên li pişt qatil neyên eşkerekirin, em nikarin li welat behsa ewlekariya canê kesî bikin. Em ê rastiyan derxin holê.”
'DIVÊ HER KES VÊ DOZÊ BIŞOPÎNE'
Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol diyar kir ku divê hemû partiyên siyasî û saziyên hiqûqî yên li welêt vê dozê bişopînin û got, "Eger ev dosya bê girtin wê li hemberî partiyên din êrîş û qirkirinên siyasî bên kirin. Ev qatil xwe li kîjan dîwarî girê daye. Divê kerpîça pêş bê kişandin û dîwar bê hilweşandin."
Serokê Baroya Sêrtê Kenan Bîlge jî anî ziman ku ev doz li dijî azadiya ramanê ya tevahî gel û pergala demokratîk pêk hatiye.
Alîkarê Serokê Baroya Wanê Hamza Çîftçî diyar kir ku lijneya ku biryara qedexekirinê daye nikare dosyayê bi cih bîne û got, "Heta ev dosya bê ronîkirin em ê bişopînin."
Cîgira Serokê Baroya Çewlikê Nûran Aydin, bi bîr xist ku dadgehê tevî ku bêhiqûqî ye jî ji biryara navberê venagere û wiha got: “Bi vî awayî nîşan da ku nikare bêalî dozê bimeşîne. Em dixwazin hêzên li pişt kujer bên eşkerekirin."
'KUJER JI BER DEWLETÊ XWE BI HÊZ DIBÎNE'
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn bi bîr xist ku ji salên 1990'î û vir ve di van dozan de cih digirin û got, "Lê min dozeke ku qatilekî ewqasî xwe bi hêz hîs bike nedîtiye. Weke parêzerek 30 sal in rewşek wisa heye ku ev dadger ne azad e. Me dadgehek dît ku qatil xwe ji darazê bi hêztir dibîne."
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû diyar kir ku ew di serdema darbeyê de jî nedîtin ku darazê ev qas bêhiş bû û got, “Biryarên tam keyfî yên li dijî hiqûq, edalet û wijdanê ne tên girtin. Çawa dibe ku dadger biryarekê qebûl neke. Berê qet li salona dadgehê çênebûye. Careke din kujer ji aliyê darazê ve hatiye parastin. Ger ew li vir bûya, dê me hemûyan bikuşta. Ger tu tweetê dinivîsî, tu yê 5 rojan di nezaretê de bimînî, ev qatil 24 saetan di nezaretê de ma. Berpirsiyarê vê sîstemê AKP ye.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ûmît Dede jî diyar kir ku heman hêz parastina kujer didomînin û axaftina xwe wiha domand: “Dozger ji bo ku rastiyê dernekeve, ji bo reşkirina wê çi ji destê wî hat kirin. Di doza qetlîamê de me dît ku ji ber zextên li ser wan di her 3 danişînan de niyeta dadgeh û dadger tunebû ku dadgeheke adil ava bikin û rastiyê derxin holê. Me daxwaza redkirina heyetê kir.”