Tê gotin yek ji kujerên Korkmaz, hatiye binçavkirin
Tê gotin yek ji kujerên Korkmaz, hatiye binçavkirin
Tê gotin yek ji kujerên Korkmaz, hatiye binçavkirin
Hat ragihandin êrîşkarên dest bi dar ên şeva 2'ê Hezîranê li Eskîşehîrê, di dema çalakiyên piştgirîdayîna Berxwedana Parka Gezî de Alî Îsmaîl Korkmaz dan, ew giran birîndar kir û piştî 38 rojên di komayê de Korkmaz jiyana xwe ji dest da, hat îdîa kirin ku hatine binçavkirin.
Ekîbên Şaxê Asayîşê ya Muduriyeta Emniyetê ya Eskîşehîr ku lêpirsînê dimeşînin dan xuyakirin ku piştî lêkolînkirina 2 kamerayên li kargehên cihê bûyerê, wan 5-6 kesên êrîş kirine tespît kirine û yek ji van girtine binçavan.
Hêjayî gotinê ye, dîmenên 3 kamerayên ewlekariyê yên li cihê bûyerê nehatibûn pedakirin û û di dîmenên hatin peydakirin de jî 18 deqeyên tê de Korkmaz rastî êrîşê hat, hatibû jêbirin.
Di vê navberê de, piştî kesekî got wî bûyer dîtiye, 3 kesên din jî ji bo şahidiyê serlêdan kirin.