Tê gotin êrîşkarên Korkmaz kuştin, hatin binçavkirin

Tê gotin êrîşkarên Korkmaz kuştin, hatin binçavkirin

Hat ragihandin êrîşkarên dest bi dar ên şeva 2'ê Hezîranê li Eskîşehîrê, di dema çalakiyên piştgirîdayîna Berxwedana Parka Gezî de Alî Îsmaîl Korkmaz dan, ew giran birîndar kir û piştî 38 rojên di komayê de Korkmaz jiyana xwe ji dest da, hat îdîa kirin ku hatine binçavkirin. 

Ekîbên Şaxê Asayîşê ya Muduriyeta Emniyetê ya Eskîşehîr ku lêpirsînê dimeşînin dan xuyakirin ku piştî lêkolînkirina 2 kamerayên li kargehên cihê bûyerê, wan 5-6 kesên êrîş kirine tespît kirine û girtine binçavan. 

Hat hînbûn, di nava binçavkiriyan de polîs tineye.