TCŞ û TekoJinê 4'ê Nîsanê pîroz kirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê bi meşekê hate pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê bi meşekê hate pîrozkirin.
Bi sedan kesên ku li ber NCDK Drancy li hev kom bûn, tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al hatin hildan û pankarta “Ji Ocalan re niha azadî” hatin vekirin.
Girseya ku ber bi şaredariya Drancy ve meşiyan bi berzkirina dirûşmên "Ji Ocalan re azadî" bi zimanê Fransî rojbûn pîroz kirin.
Piştî ciwanên hatin şaredariyê li ser navê Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqîqeyekê rêz girtin, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd daxuyanî bi zimanê Fransî hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li CPT û Konseya Ewropayê hat kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.