Serokê Koma Sosyalîst ya Parlementoya Ewropayê Hannes Swoboda bang li Serokwezîrê Tirk Erdogan kir ku, daxwazên çalakvanên birçîbûnê bipejirîne. Swoboda da diyarkir ku, çalakiyên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirk ku 57 roja didome gihaye astekî bifikar. Swoboda bang li Tirkiyeyê kir ku “Di vê mijara mirovahî de nerim nêz bibe.”
Daxuyaniya ku li ser navê koma Sosyalîst hate weşandin, Swoboda aşkera kir ku, pêwîste Tirkiye hêj hesastir nêz bibe. Û balkişande ser mafên Kurdan ku pêwîste mafê Kurdan nas bikin. Ger Tirkiye bersivê nede van daxwazan dê bandorek nerênî bide têkiliyên Tirkiye-Yeketiya Ewropa.
Di daxuyaniyê de cih da daxuyaniya Yeketiya Tabîbên Tirk ya di derbarê tenduristiya çalakvanên greva birçîbûnê de hatî weşandin. Di daxuyaniya ku tê de tê ragihandin her roja ku diçe tenduristiya çalakvana ber bi nebaşiyê ve diçe, ger daxwazên Kurdan bêne pejirandin, ew dê rolê aramkirinê bileyîzin.