Stenbol bû qada şer

Stenbol bû qada şer

Rêxistina BDP'ê ya Stenbol xwest li Aksarayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê piştî girseya li hev kom bû polîsan bi awayekî hişk bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir û gelek kes hatin binçavkirin û veguherî qada şer.

Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê ji bo balê bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk 54 rojin berdewam dike, xwest li Aksarayê li qada çem Metroyê daxyaniyê bide çapemeniyê. Lê polîsan bi awayekî tund êrîş li girseyê kir.

Tevî Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel û Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag, bi sedan welatî rastî êrîşa polîsan a gaza îsotê hatin. Di mudaxaleyê de Tugluk ji ber gazê ket bin bandorê. BDP'iyê hewildidan ku Tugluk bi ser xwe bîbin vê çarê jî rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hatin.

Tugluk û welatî ji ber avê û gazê bi bandor bûn. Hinek welatiyan bi keviran bersiva polîsan da. Bûyerên piştî daxuyaniyê derketin bi dawî bûn. Heyeta BDP'ê û KCD'ê ku ji parlementer û hevserokan pêk dihat, bi konvoyek mezin li Balafirgeha Ataturkê hatin pêşwazîkirin. Endam û rêveberên BDP'ê jî ji bo balê bikşînin ser grevê qurdêlên sor ber xwe vekirin.

Lê polîsan pêşiya karwan girt û destûr neda welatiyên ke qehwexaneya rûniştibûn jî belav kirin. Polîsan welatiyen li nêzî qadê belav kirin û nasnameya welatiyan kontrol kir. Polîsan dîsa bi gelek welatiyên li taxan re niqaş kir.

Karwana heyetê di kolana Vatane re derbas bû û xwest biçe qada daxuyaniyê. B sedan polîs bi maşîneyên zirxî pêşiya karwan girt û bend li pêş Tugluk, Tuncel, Yuksekdag û rêveberên BDP'e girt. Piştî girsê israr kir ku barîkatê rakin û meşa xwe berdewam bikin polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û bûyer derketin. Ji ber ku di bûyerê de gaz li wecê Tugluk ket ji ser hişê xwe çû.

Girseya ku li ser kolana Vatanê belav bû rastî mudaxaleya polîsan hat. Ciwanên ku slogan berz kir camên rawestgeha tramvayê şikandin û bertekên xwe Nîşanî polisan dan. Ji ber mudaxaleya polîsan esnafan neçar man ku dikanên xwe bigirin. Gelek welatî ketin bin bandora bombeya gazê.

Bûyerên di nava kolan û taxê de bela bûn bi qasî 2 saetan berdewam kir. Parlementer Sebahat Tuncel, li ser kolana Milletê xwest daxuyaniyê bide. Lê polîsan diyar kir ku ew teqez destûr nadin daxuyaniyê. Li ser vê yekê polîsan mudaxale kir û bombeyên gazê avêt girsê. Herêma Aksarayê ji ber polîsan bi hezaran bombeyên gazê bika ranî her der bû qada şer. Gelek welatiyên taxê ketin bin bandora gazê. Parlementer, li ser vê yekê ji bo li avahiya BDP'e ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemenyê ber ketin rê û ji Aksarayê veqetiyan.

Di bûyeran de gelek welatî bi bombeyên gazê birîndar bûn. Gelek welatî jî hatin binçavkirin.