Siryananan ji Tirkiyeyê xwestin ku milkên wan li wan vegerîne!

Rêxistinên Asûr-Siryanan ji Tirkiyeyê xwestin ku milkên wan ên hatine desteserkirin, li wan vegerîne.

Rêxistinên Asûr-Siryanan ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û ji Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek re name şandin û xwestin 50 milkên wan ên ku AKP’ê desteser kiriye li wan vegerîne.

Rêxistinên olî û civaka sîvîl ên Asûr û Siryanan diyar kirin ku ew ê desteserkirina dêr, manastir û goristanan qebûl nekin û divê ev milkên hatine desteserkirin dewrî weqfên Siryanan were kirin.

Walîtiya Mêrdînê 50 dêr, manastir û goristanên Siryanan berê dewrî Serokatiya Karê Diyanetê û piştre jî dewrî xezîneyê kiribû. Asûr-Siryanan nerazîbûnên tund nîşanî vî tiştî dabûn.

‘DIXWAZIN SIRYANAN JI MEZOPOTAMYAYÊ RAKIN’

Rêxistinên Asûr-Siryanan li Stockholmê hatibûn ba hev û komîteyek ava kiribûn. Komîteyê jî dest bi çalakiyan kir û biryar dabû ku ji rayedarên Tirkiyeyê re nameyekê bişînin.

Komîteyê diyar kir ku,dema ku dewletê dest daniye ser milkên wan, dewlet bi nûnerên me re neciviyane û ev mesele nîqaş nekirine, ji ber vê jî ew nerazîbûnan nîşan didin.

Saît Yildiz li ser navê Rêxistina Asûriyan a Demokratîk di heyetê de ye û diyar kir ku heta ku dewlet milkên wan li wan vegerîne ew ê bixebitin.